‘Ziman hebûn û nasnameya gelan e’
Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyaniyeke weşand û got: “Ziman, hebûn û nasnameya gelan e.”
Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyaniyeke weşand û got: “Ziman, hebûn û nasnameya gelan e.”
Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyaniyeke weşand. Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê di daxuyaniya xwe de 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.
Di daxuyaniya Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê de wiha hate gotin:
“Ziman hebûn û nasnameya gelan e, lewra ziman di pêvajoyeke dûr û dirêj de pêk tê. Hemû karekter, têgîhîştinên çandî û rengên ku ji aliyê gelan ve hatine afirandin, di nava zimanî de cih digirin. Xwedîderketina ziman tê wateya xwedîderketina hebûn, nasname û mirovahiyê. Ji ber vê yekê jî hemû netew xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derdikevin.
UNESCO ji ber pirsgirekên zimanê zikmakî û bibirxistina girîngiya çareseriya vê pirsgirêkê ya li cîhanê di nava lêgerîneke de bû. Dixwestin bi sembolîkî jî be rojekê weke roja zimanê zikmakî destnîşan bikin. Li ser vê yekê nûnêrên Bangladeşî roja ‘21’ê Sibatê’ pêşniyazî UNESCO’yê kir. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji bo li tevahiya cihanê balê bikşîne ser zimanên gelan, da ku her serkarî û hikûmet rêz û hurmetê ji zimanên gelan re nîşan bidin û dewlemendiya zimanan biparêzin. Bi vê boneyê di sala 1999’an de 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî îlan kir.
Em bi vê boneyê careke din giringiya zimanê zikmakî bi bîr tînin. Zimanê zikmakî weke giyanê hebûnê, hişmendiya dîrokê û koka çand û têgihîştina derûnî ye. Çawa ku Anîta Yalava gotiye; ‘Zimanê biyanî weke kincên li ser mirovan e, bes zimanê zikmakî weke çermê mirovan e.’ Mixabin ku li ba me Kurdan ew çerm îro bi pençeşêrê re rû bi rû maye. Her wiha heta ku zimanek nebe zimanê fermî û zimanê bazarê serkeftina wî zimanî dijwar e. Lê disa jî çawa ku me Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ji bêderfetiyan, ji têkçûnê anî heyta merheleya çareserkirinê, dema em bi dil û can hewl bidin, em ê bikarin zimanê xwe jî bigihînin merheleya serkeftinê. Ji bo vê jî divê di warê zimanî de êdî hin tevdîrên radîkal werin girtin. Divê netewa me jî bi hemû sazî û ferdên xwe têkildarî zimanê zikmakî erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Bi hêviya têgîhîştina rastiya vê rojê, em weke Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li tevahiya gelê Kurd û mirovahiyê pîroz dikin.”