'Zîlan xeta jiyana azad e'
'Zîlan xeta jiyana azad e'
'Zîlan xeta jiyana azad e'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Esma Semsûr, ji bo çalakiya fedaî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) a 30'ê Hezîrana sala 1996'an li Dêrsimê lidar xistibû got, Kinaci ji bo jinên kurd jiyaneke nû afirand.
Semsûr ji ANF'ê re axivî û da xuyakirin ku çalakiya Zîlan li nava gelê Kurd bi taybetî jî li ser nava jinên Kurd rê li ber guhertinên mezin vekiriye. Semsûr ragihand ku Zeynep Kinaci di têkoşîna azadiya jinê ya Kurdistanê de roleke girîng lîstiye û destnîşan kir ku Zîlan manîfestoya wan a azadiyê ye û got, "Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, zehmetiyên giran dijiya. Ji bo tinekirina Rêberê me, dijmin ketibû nava êrişên mezin. Tê zanîn di 6'ê Gulana sala 1996'an de li dijî Rêberê me êrişek hat kirin. Dîsa li hemberî gerîla operasyon dihat kirin. Li dijî van êrişan, herçend hevala Zîlan şervanek bû jî ev polîtîkayên tinekirinê yên dijmin baş fêm kiribû û rewşa Rêberê me hîs kiribû. Ji ber vê yekê Hevala Zîlan çalakiya fedaî kir."
ÇALAKIYA ZÎLAN DI WARÊ VÎNBÛYÎNA JINÊ DE GIRÎNG BÛ
Endama Koordînasyona PAJK'ê Semûr diyar kir ku di dîroka azadiyê ya Kurdistanê de çalakiyeke bi vî rengî yekemcar ji aliyê jinekê ve hat kirin û destnîşan kir ku vê çalakiyê bêhna tevgera azadiyê fireh kiriye. Semsûr got, "Çalakiya Zîlan taktîkeke nû bû. Taktîkeke afirîner bû. Dîsa ji bo zanebûn û vînbûyîna jinê girîng bû. Heval Zîlan jî di nameya xwe de vê rave dike. Dibêje, ez ji bo jiyaneke mezin û watedar vê çalakiyê lidar dixim. Ev gotina hevala Zîlan gelekî girîng e. Em dikarin felsefeya hevala Zîlan ji vê hevokê fêm bikin. Rêberê me jî ji bo hevala Zîlan gotibû 'Ew fermandara min e.' Zîlan ji bo milîtanên jin xeta berxwedanê ye."
Endama Koordînasyona PAJK'ê Esma Semsûr ragihand ku ev çalakî di heman demê de li dijî kolebûyîn û bêvînbûyîna jinê hatiye kirin û got, "Hebûna jina Kurd bi xwe jî dihat qebûlkirin. Li cihekî jin ne azad be, civak aza nabe. Ji bo azadî û vînbûyîna jinê, Zîlan bombe teqand. Ev yek hêrsek li dijî koledariyê ye. Çalakiya hevala Zîlan ji bo me rê li ber pêvajoyeke nû vekir. Jin kir vînek. Her weha peyam da mêr ku jin ji bo azadiya xwe, xwe feda dike. Helwestên deshilatdar ên mêr, bi sînor kir. Ev gelekî girîng bû."
WEZÎFEYA AVAKIRINA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ, YA JINA YE
Semsûr da xuyakirin ku weke tevger ew ketine pêvajoyeke nû û destnîşan kir ku divê pêşengiya jinan derkeve asta herî bilind. Semsûr got, "Rêberê me, wezîfeya pêşengiyê ji xwe da jin û ciwanan. Wezîfeya avakirina demokrasî û aştiyê li ser milê jina ye. Ji bo demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn, divê jin ji vê pêvajoyê re pêşengiyê bikin. Di 1. Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ya li Amedê de ev vîn derketiye holê."
Semsûr axaftina xwe weha dewam kir: "Em bi çi rengî gihaştin van rojan. Ev pirs bi taybetî ji bo me jinan gelekî girîng e. Em fedaîbûyîna jinê, vînbûyîna jinê ji hevala Zîlan fêr bûn. Nameyên hevala Zîlan di warê felsefîk û îdeolojîk de gelekî kûr in. Pêngava hevala Zîlan, Kurdistanî ye. Her weha ya jinê ye. Lewma divê em wateyeke bi vî rengî bidin çalakiya hevala Zîlan û di şopa wê de bimeşin. Emê fedaîtiya jinê li gorî roja îro çawa binirxînin, bi çi rengî bersivê bidin pêvajoyê? Ji bo me jinan, ev pirs gelekî girîng. Divê jin navgînên xwe yên rêxistinbûyînê ava bikin."
Endama Koordînasyona PAJK'ê Esma Semsûr, behsa bûyerên destavêtinê yên li Çewlik û Mêrdînê jî kir û da xuyakirin ku dewlet bi çanda destavêtinê re vîna jinê dişkîne û hewl dide peyamê bide jinan. Semsûr got, "Hevala Zîlan çima bombe li ser bedena xwe teqand. Ji ber ku ne ji bo xwe û ne jî ji bo tevahiya jinan, jiyaneke bi vî rengî ya koledar qebûl nekir. Jiyaneke nû û watedar ava kir. Divê em giyan û biryardariya hevala Zîlan veguherînin berxwedan û çalakiyan. Divê em çalakiya hevala Zîlan ji xwe re bi vî rengî esas bigirin. Bi rêxistinbûyînên mayînde re em dikarin ji heval Zîlan re bibin bersiv. Lewma, li ku derê dibe bila bibe, divê jinek bi tenê jî bêrêxistin nemîne. Zeynep Kinaci xeta me ya jiyana azad e."