Li Londonê şehîd hatin bibîranîn
Şehîdên têkoşîna azadiya Kurd li Londonê bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Di çalakiyê de soza pêkanîna xeyalên şehîdan hate dayîn.
Şehîdên têkoşîna azadiya Kurd li Londonê bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Di çalakiyê de soza pêkanîna xeyalên şehîdan hate dayîn.
Ji bo Şehîd Asya Elî û Şehîd Rojger Hêlîn ên ku di 23’ê Cotmehê de li Enqereyê li dijî TUSAŞ’ê çalakiya fedayî kirin û Gelhat Gabar, Têkoşîn Botan, Demhat Botan û Xebat Gabar ên di dîrokên cuda de şehîd bûn, li Navenda Civaka Kurd çalakiyekî girseyî hate lidarxistin.
Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de gelek caran dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevalê şehîd Gelhat Gabar, Şahan Botan axaftinek kir. Şahan Botan bal kişand ser têkoşîna Şehîd Gelhat a li çiyê, rola wî ya di rizgarkirina Kobanê de û got, “Pêkanîna bîranîn û xeyalên şopdar û fedaiyên Rêber Apo yên ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kirine deynê stûyê me ye. Em ê têkoşîna şehîdan a ku xeyalên wan welatê azad e, mezin bikin. Rêya azadiyê di azadkirina Rêber Apo de derbas dibe. Em soz didin ku em ê li dora Rêber Apo bibin yek û xeyalên şehîdan pêk bînin.”
Di axaftina li ser navê Meclîsa Gelê Kurd de hat gotin ku şehîdên gelê Kurd rêya wan ronî dikin û wiha domand: “Em soza pêkanîna xeyalên wan didin."
Di bîranînê de nameya KCK'ê ya derbarê şehîdan de jî hat xwendin. Piştî pêşandana sînevîzyonê bi beşdariya malbata şehîd Gelhat Gabar xwarina sersaxiyê hat dayîn.