'Zîlan têgîna xwedawendiyê afirand'

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok ji bo salvegera şehîdbûna yek ji qedroya pêşeng a PKK'ê Zîlan (Zeynep Kinacî) got, ''Em deyndarê hevrê Zîlan in, çikû di serdemeke wiha de ku jin hatibûn jibîrkirin têgîna xwedavendiyê afirand''.

Ji bo salvegera çalakî û şehîdbûna ya yek ji fermandara pêşeng a PKK'ê ku 30'ê Hezîrana 1996'an li dijî êrîşa li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 6'ê Gulana 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kirî, Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok axivî

'XETA ZÎLAN BÛ XETA ME YA AZADIYÊ YA DÎROKÎ'

Dîlok got,''Em deyndarî hevrê Zîlan in, ji ber ku di serdemeke wiha de ku jin hatibûne jibîrkirin têgîna xwedevaniyê afirand û kir ku hem jin û hem jî mêrên Kurd jinbûnê bidin ber pirsan. Bi qasî ku em bikevin pey xeyala xwedevaniyê em kişandin derveyî pergalê, nîşanî me da ku jiyana nav pergalê çendî bêwate ye, mirina rasteqîn e. Em deyndarî wê ne, çikû bi maneyên ku me ji dîrokê, civakê girtin em dikarin hebin. Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe, nîşan da ku civaka dîrokî berbiçavbûna di rojanebûnê, di kêliyê de ye. Xeta wê ya çalakiyê, bû xeta me ya azadiyê ya dîrokî. Bêguman ji bo ku em deynê xwe bidin, divê em têkoşîna azadiyê geş û gur bikin, azad bibin û bi avakirina azadiya civakî jiyaneke xwedî îdîa û bi mane ava bikin.''

'ZÎLAN AFIRÎNERA ZEMANÊ QEHREMANIYÊ YE''

Dîlok bi berdewamî got PKK'ê dîroka Kurdan, bi deverû ketina Kurdan berevajî kiriye, ji Kurdan, ku divê xwe ji nav xweliya xwe ava bikin, hemû dem, hemû kêlî, kêliyên wiha ne ku şerê man û nemanê bi dijwarî têne jiyîn û got, ''Şehîdên me damezirînerên sereke yên zemanên wiha ne, Çalakiyên lehengiyê, ji ber ku dîrokê diafirînin, her wiha ji ber ku nasnameya qehremaniyê diafirînin afirînerên zemanên wiha ne. Çalakiya heval  Zîlan zemanekî wiha ava kiriye. Heval Zîlan, di têkoşîna azadiyê de, di dema xwe de, bû mezintirîn çalakgerê ku zemanê hemû têkoşîna azadiyê ava bike. Em ji çalakiya fedayî re ku heval Zîlan Hezîrana 1996'an li Dersime pêk aniye, çalakiya nemiriyê dibêjin. Ji 1996'an û vê çalakiyê û vir ve, divê em meha Hezîranê mîna meha fedaîbûnê, mîna meha nemiriye bi nav bikin.''

'ÇALAKIYA ZÎLAN AVAKARIYA CIVAKÎ YE'

Li ser nameyên ku Zîlan li pey xwe hiştî jî, Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Dilzar Dîlok got, ''Ji bo me manîfestoya azadiyê ye'' û domand, ''Zîlan nîşan dide ku çalakiya wê ne çêbûye û qediyaye, ew çalakiya wê didome.''. Dîlok bi domdarî got, Zîlan piştî şehîdbûnê jî dijî, îroyê ava dike, niha jî pênaseyên wan çêdike û domand, ''Ha ev afirandina dîrokê ye. Avakariya civakî ye. Ji ber hindê, e nikarin ji bo çalakiya fedayî ya heval Zîlan têkoşîneke normal, encama şer û şehîdbûn bibêjin.

'ÇALAKIYA ZÎLAN AVAKARIYA JIYANÎ YE'

Dîlok bi berdewamî li ser maneya çalakiya Zîlan wiha got, ''Çalakiya Zîlan çalakiyeke wiha ye ku heta wê kêliya ku çalakiyê pêk bîne jî mirinê nafikire, berê wê li jiyanê ye û çalakiya wê avakariya jiyanî ye. Dema ku çalakiya heval Zîlan dibe mijar, bala mirov dikişîne ku jineke ciwan ku li çiyayên azadiyê bi qasî salekê dimîne, digihije asta ramanî ya bi kûrbûna dîrokî û asta çalakiyê. Têgihiştina zemên a mirovên wiha, bi maneya ku li jiyana xwe bar kiriye û bi biryardariya jiyanê re têkilidar e.''

'ZÎLAN STRANEK E LI DERVEYÎ SÎNORÊ ZEMANÊ XWE'

Dîlok bi berdewamî got, weke ku straneke azadiyê be mirov dikare guh bide çalakiya Zîlan, bangên di nameyê de û domand, ''Straneke wiha ye ku derketiye derveyî sînorê zemanê xwe, di serdemên din jî newaya wê li ser xaka niştimanê me, di dilê mirovên welatê me de, di dilê jinên welatê xwe de, iklimeke ku dişibe xwe ava kiriye, herikandinek e. Çikû bi çalakiya fedayî li gel ku şehîd bûye jî ne miriye. Qêrîneke wiha ya dîrokî ye ku herka jiyana xwe, piştî ku jiyana xwe bi dawî kiriye jî didomîne.  Pênaseyeke jiyana azad e ku pênaseya nemiriyê bi me daye kirin.''

'BI KURT Û KURMANCÎ; ZÎLAN PÊNASEYA JIYANA AZAD E'

Dîlok herî dawî got, ''Dibêje, 'Ez naçim mirinê, em ê nemirin, em ê dîsa hev bibînin' û dema ku diçe çiyê, hêviya ku yên li pey xwe hiştî dîsa bibîne, dubare dike. Ev ne hêviyek e. Ev îdiaya jiyanê ya heval Zîlan e. Maneya ku daye jiyanê. Kûrahiya pênaseya wê ya li ser jiyanê ye. Ev rasteqîniyên wiha ne bê ka Zîla miroveke çilo ye, jineke çilo ye. Gotinên Zîlan, datîne holê bê ka felsefeya wê jiyanê çilo ye, bi rengê jinê jiyanê çilo fêhm dike, çilo dijî û pêşbîniya jiyaneke çilo dike. Bi kurt û kurmancî em wiha dikarin bibêjn, 'Helwesta heval Zîlan, pênaseya jina azad e.''