Zeynep Kinaci li Lîmassolê hate bibîranîn

Li bajarê Qibris Lîmassolê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakiya fedayî pêk anîbû, hate bibîranîn.

Merasîm bi tevlîbûna gelek kesan li Navenda Çanda Kurd ya Theofîlos a li bajarê Lîmassolê pêk hat.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Komîsyona Jinan Fatma Jîrkî axivî û got; “Li beramberî Kinaci em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û em ê her demê bibîrnînin.”

Ji Navenda Çanda Kurd a Theofîlos Kamîl Akalîn jî axivî û got ku li Edeneyê demekê bi Kinaci rexebat kir û wê demê jî ruhekî mezin me ji wê girt. Xwedî ruhekî xurt bû û di demeke kurt de bi gel re beşdarî civînan bû.

Di merasîmê de bê navber dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ hate berz kirin û merasîm bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.