Zêdeyî 70 rêxistinên jinan tevlî Meşa Edaletê dibin

Zêdeyî 70 rêxistinên jinan ragihandin, ku ew ê jî tevlî Meşa Edaletê bibin û metneke bangawaziyê weşandin.

Metna hevpar a rêxistinên jinan bi sernavê "Mêr edalet nîne, ji bo edaleta rasteqîn em jî tevlî meşê dibin" hate weşandin.

Di daxuyaniya hevpar a jinan de hat bibîrxistin, aktîvîst û hunermend Pîppa Bacca beriya niha bi 9 salan di sala 2008'an de li Tirkiyeyê hate kuştin û hat gotin, "Ji bo îspat bike ku cîhan hê cihekî ewle ye, dema bi rêya otostopê ji bo aştiya cîhanê li cîhanê dgieriya, ji ber şîdeta mêr jiyana xwe ji dest da."

Rêxistinên jinan diyar kirin, bi hezaran Pîppa yên bi daxwaza maf, hiqûq û edaletê dimeşin, wê ji cihê Pîppa lê hate kuştin derbas bibin. Di van rojan de ku ihtimala jiyaneke ewle û aştiyane gelekî dûrî me ye, lê di heman demê de ji bo me gelekî pêwîst e...

Em jin girîng dibînin ku bi daxwaza xwe ya edaletê tevlî Meşa Edaletê bibin.

Di dawiya daxuyaniya bangawaziyê de hat gotin, "Em bang li hemû jinan dikin, ku bi rengê xwe yê mor, di 6'ê Tîrmehê de li cihê Pîppa Bacca lê hate kuştin, yanî li Gebzeyê tevlî Meşa Edaletê bibin; ne edaleta mêr û bêhiqûqiya rewşa awarte, lê ji bo edaleta rasteqîn, cîhaneke bi demokrasî, kwehevî û azadiyê, li hev bicivin."