Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta Rojava agirê azadiyê - V
Di 22’ê Gulana 2007’an de çalakiya fedayî ya Erdal Andok a li Enqereyê, mîrateya Zîlan hilgirt û di Têkoşîna Azadiya Kurd de li dijî faşîzmê bû manîfestoya tolhildanê.
Di 22’ê Gulana 2007’an de çalakiya fedayî ya Erdal Andok a li Enqereyê, mîrateya Zîlan hilgirt û di Têkoşîna Azadiya Kurd de li dijî faşîzmê bû manîfestoya tolhildanê.
Hinek dîrok di ruhê berxwedana gelekî de hatine mohrkirin; wekî sond, destan û agirekî ji nifşekî heta nîfşekî din deng vedide. 22’ê Gulana 2007’an ji bo Tevgera Azadiya Kurd dîrokekî wiha ye. Çalakiya fedayî ya Erdal Andok (Guven Akkuş) ku li Enqereyê bi bedena xwe rê li ber azadiyê vekir, bû sembola azweriya azadiyê û îradeya têknaçe. Çalakiya Erdal di şopa Zîlan de li dijî faşîzma dewleta Tirk wekî hişyariya li dijî komplogeran û serhildana li dijî şovenîzmê li dîrokê hat nivîsandin û veguherî manîfestoya têkoşîna hebûna gelekî.
Erdal Andok di sala 1979’an de li Stenbolê ji dayik bû. Bi eslê xwe ji navçeya Zara ya Sêwazê ye, di nava malbatekî ji herêma Koçgirî dayik bû. Bavê wî Kurd û dayika wî jî Tirk e. Malbata wî xwedî derdorekî ku çanda Elewî lê zêde bû, Kurdîtî nedihat înkarkirin lê Tirkbûn zêdetir lê dihat jiyîn, bû. Malbata Şehîd Erdal di Serhildana Koçgirî ya 1919’an de rolekî çalak lîstiye. Bi bandora vê mîrateya dîrokî di nava derdora malbatê ya li hemberî pergalê xwedî bertek de mezin bû. Ev pişt perdeya çandî û dîrokî, di nêrîna cîhanî û nasnameya şoreşgerî ya Erdal de rolekî diyarker lîst. Erdal ê ku ji zarokatiya xwe ve li hemberî bêedaletî û zexta pergalê bi hestiyar bû, di temenekî biçûk de dest bi lêgerînên îdeolojîk kir.
Beralîbûna Erdal Andok ji bo têkoşîna şoreşgerî di sala 1995’an de bi komkujiya li Taxa Gazî ya Stenbolê re lez ket. Komkujiya Gaziyê ku di 12’ê Adara 1995’an de pêş ket, helwesta Erdal a li hemberî pergalê zelal kir û beralî xeta têkoşînê ya bi biryartir bû. Ev bûyer bû wesîle ku Erdal di temenê xwe yê ciwantiyê de tevgerên çep ên li Tirkiyeyê nas bike. Şehîd Erdal ku kete nava cîhana îdeolojîk û pratîk a tevgera çep, di demekî kin de tevlî çalakiyên çalak bû. Lê ev çalakî di sala 1996’an de bi girtina wî rawestiyan. Hê dî 17 saliya xwe de kete destê dijmin û 2 sal li girtîgehê ma.
SALÊN GIRTÎGEHÊ Û NASKIRINA PKK
Du salên li girtîgehê (1996-1998) di veguherîna îdolojîk a Erdal Andok de bû serdemekî krîtîk. Di vê pêvajoyê de ji mîrateya şoreşgerên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê yên wekî Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya bandor bû. Di girtîgehê de PKK’ê nas kir û helwesta vê tevgerê ya li dijî pergalê bi têkoşîna azadiya gelê Kurd re girê da. Şehîd Erdal ê ku nasnameya xwe û rastiya dîrokî ya gelê Kurd zêdetir analîz kir, nêzî îdeolojiya PKK’ê û rêbazên wî yên têkoşînê bû. Ev serdem hişt ku nasnameya xwe ya şoreşgerî di çarçoveyekî rêxistinkirî de bi cih bike.
LI EWROPAYÊ XEBATÊN RÊXISTINBÛNÊ
Şehîd Erdal ê ku di sala 1998’an de ji girtîgehê derket, ji ber zexta li Tirkiyeyê çû Ewropa. Şehîd Erdal ê li gel xizmên xwe bi cih bû, bi bandora bûyîna derdorekî welatparêz tevlî xebatên PKK’ê yên li Ewropayê bû. Di tevahiya 4 salan de (1998-2002) di xebatên ciwanan ên PKK’ê de rolekî pêşeng lîst. Di vê pêvajoyê de di saziyên ciwanan û xebatên perwerdehiya îdeolojîk a rêxistinê de rolekî çalak lîst. Lê şehîd Erdal xebatên xwe yên li Ewropayê têrker nedît û xwest wekî mîlîtanekî têbikoşe. Ev lêgerîn hişt ku di sala 2002’an de berê xwe bide çiyayên Kurdistanê.
AVABÛNA TAK’Ê Û ROLA WÎ
Erdal Andok ê ku di sala 2002’an de tevlî refên HPG’ê bû, di vê pêvajoya gerîlatiyê de bi disîplîn, ked û fedakariya xwe balê kişand. Şehîd Erdal li hemû qadên ku lê bû, bi wesfên xwe yên îdeolojîk û pratîk derket pêş. Lê rêbazên xwe yên têkoşînê yên heyî kêm dît û kete nava lêgerîna xetekî radîkaltir û li ser bingeha encamgirtinê. Ev lêgerîn wî beralî avaniyekî ku rasterast çalakiyan li dar bixe kir.
Sala 2004’an di jiyana têkoşînê ya Erdal Andok de bû xalekî nû yê werçerxê. Tevî komekî hevalên xwe ku dixwestin xetekî têkoşînê ya radîkaltir pêş bixin re, di damezrandina rêxistina bi navê Teyrebazên Azadiya Kurdistanê (TAK) de cih girt. TAK’ê bi armanca pêkanîna çalakiyan li bajaran derket holê. Şehîd Erdal wekî yek ji endamê damezrîner ê TAK’ê hem di avaniya rêxistinê û hem jî plankirina çalakiyan de rolekî çalak lîst.
ÇALAKIYA ENQEREYÊ YA 22’Ê GULANA 2007’AN
Di sala 2007’an de agahiya jehrîbûna Rêber Apo li Girtîgeha Îmraliyê di gelê Kurd û gerîla de hêrsekî mezin çêkir. Li hemberî vê bûyerê li dijî Serkana Giştî ya Leşkerî yê Tirk çalakiyek hat plankirin. Çalakiyê bi xwe amade kir û ji bo pêkanîna wê çû Enqereyê. Lê di dema çalakiyê de ferq kir ku tê şopandin. Berî ku bigihije armanca xwe di 22’ê Gulana 2007’an de li Ulus/Anafartalar a Enqereyê çalakiya fedayî pêk anî û tevlî karwana nemiran bû.
MÎRATEYA WÎ Û BANDORA WÎ
Ev çalakiya fedayî ya Erdal Andok wekî çalakiya fedayî ya yekemîn a TAK’ê hat tomarkirin û wekî şehîdê ewil ê TAK’ê hat bibîranîn. Hem di PKK’ê û hem jî TAK’ê de şopên kûr hişt. Fedakarî, biryardariya wî ya îdeolojîk û dilsoziya wî ya bi Rêber Apo re ji bo peyrewên wî bû çavkaniya îlhamê. TAK’ê soz da ku bide pey şopa Erdal û mîrateya wî bidomîne. Têkoşîna Erdal ji bo îdealên azadiyê wekî sembola helwestekî radîkal tê dîtin.