Di rûniştina doza îro ya piştî nîvroyê de Fîgen Yuksekdag, parastin kir. Yuksekdag, di parastina xwe de kesên li salonê silav kir.
Yuksekdag a ku hemû kesên li salonê silav kir got: “Astengiyên zehmet we derbas kirin û hatin vir. Ez kesên ku nekarî bên vir jî silav dikim. Pêşiya geleke kesên ji Amedê û Edeneyê jî dixwestin bên girtin. Heta ku rê nedan gelek parêzer jî bên vir di nava otobûsan de tên ragirtin, ew bi awayekî fîlî binçavkirine.
Em îro bi awayekî baş dibînin ku ev darezandin di wateya sîyasî û dîrokî de ne darezandine. Êrîşekî siyasî ye. Li dijî min, di kesayeta min û partiya min de êrîşeke. Ji ber ku li Tirkiyeyê me qala mekanîzemeya edaletê nekiriye, em nikarin qala mekanîzmaya darazê jî bikin. Ti demê li Tirkiye daraz bê pirsgirêk deras nebûye. Em jî weke qada siyasî rexne kir û ji bo em rexneyên xwe vegerînin hêza çareseriyê em çûn, me bi têkoşîn kir.
Li Tirkiyeyê ne tenê ez vê dikişînim. Di nava sînorên welat der her kesê nefes distîne û di nava hewldanan de ne dikişîne. Vê êşê bi wan dide kişandin. Gelek hevalên me hene ku ji bo xwe bigihînin vir têkoşînên mezin dide. Mafê wan ên xwezayî ye,heval û hilbijêrên me yên ku dixwazin mafê darezandina vekirî bikar bînin hene. Li pêş çavê me desthilatdariyê mudaxeleyî dadgehê kir û heyeta biyanî ya ku hatibû vir derxistin. Pêwîstî pê nedîtin ku veşêrin jî. Ji xwe her roj bingehê siyaseta demokratîk tê hilweşandin. Ji bo rûxandina bingehê helwestên daraza serbixwe hilweşînin her roja tişta ku ji dest tên dikin.
Îro Walîtiya Enqerê ji bo vê dadgehê kar dike. Dixwazin ku darezandina Yuksekdag a li vir ji her kesê veşêrin. Beriya niha li pêş çavê min pêk hat. Bi biryara Wezareta Edaletê, çawa bi biryara Wezareta Edaletê vî mafî ji kû digirin. Ez çûm Elmanya beşdarî darezandinên rûniştina welatiyên Tirkiye bûm. Ev desthilta siyasî ji bo rezîlkirina vî welatî her tiştî dike.
Qala hiqûqê dikin. Parêzvanên min ên bi nirx parastina hiqûqî dikin, lê ev pêvajoya darezandina min û darezandina me ti eleqeya wê bi hiqûqê re nîne, ev her kes baş dizane. Em di pêvajoyeke her kes baş dizane hinek kes temaşe kirin û henek kes mexdûr bûn de, derbas dibin.
Em ne mehkûmê vê pêvajoyê ne. Ne cara destpêkê ye ku ez bi salonên dadgehê têm gel hev. Ne cara yekem e ku ez kesên patikpehn dibînin. Min di vî welatî de wek jin hemû caran têkoşîn kir û min hemû cûrên zilmê dît, dibe ku hê jî bibînim, ne pirsgirêke. 100 sal ceza tê xwestin. Bila baweriya we hebe ku çiqas demê min yê jiyanê hebe ji ez ê heman tiştan bikim.
Heta kengê wê ev desthilatdar hiquqê ji holê rake û rêveberiya xwe berdewam bike. Derdora me di şewite. Derdora me bûye xeleqa agir. Xwe weke zirxê destnedayînê dibînin. Me weke HDP'ê ji bo Tirkiyeyê projeyekî ya derketinê pêşniyar kir. Me wiha got: Denge tên guhertin û derdora me bûye xeleka ji agir, ji xwe li nava Tirkiyeyê ku gelek pirsgirêk hene nehatine çareserkirin. Rêya derketinê çareseriya siyasî ye. Yên destpêkirin ji ewe in, mûxatap ji ew in yên darizandinê dikin ji ew in.
Desthilata siyasî ku Tirkiyeyê birêve dibe vî karî wisa dixwaze. Ma ev tê qebûlkirin? Pêwîste hinek kes ji vê re bibêjin bisekine. HDP weke bi vê rolê dîrokê derket ser dika siyasetê. Li Tirkiyeyê bûyina partiya çareserkina jiyana demokratîk. Di wê pêvajoya bê şer de hevdîtin û diyalog dihatin kirin ku nêzî 2 sal û nîv mirin çênebû. Ev her du sal HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bidest xistina dengê sedî 13 bi şêweykî ku paşve nayê zivirandin hat xirakirin. Ji ber ku desthilata siyasî dît ku ji aşitî û demokrasiyê ji wan re nan dernakeve.
Piştî 7'ê Hezîranê herêm bu gola xwîne û kesên ku xwediyê desthilatê li pêş çavan digotin;' We 400 parlamenter bi dabûna ev tişt çênedibûn'. Me wê demê dizanî ku em ê werin salonên dadgehê. Bi gelek gefên mirinê û hewldanên kuştînê re em rû bi rû mayîn. Selahattîn Demirtaş ji bi heman şêweyî wisa. Me ji wê dîrokê ve dizanî ku şêweyî qezençkirina aşitiyê wê êrîş li ser werin kirin."
Parastina Yuksekdag didome.