Yuksekdag: Em nehêlin ku Sûrê hilweşînin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya girtî Fîgen Yuksekdag li dijî hilweşandina Sûrê banga têkoşînê kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê  Fîgen Yuksekdag bi nameyekê piştgirî da kampanyaya li dijî hilweşandina Sûrê.

Yüksekdag di nameyê de got Sûr a ku bi hezaran salan hatiye dorpêçkirin, hilweşandin û desteser kirin îro jî li ser wê gefa hilweşandinê heye. Yuksekdag got di rewşeke wiha de ku hê jî encamên kuştinan, dorpêçê, hilweşandinê li holê ne, siyaseta zilmê, talanê li pey planên nû yên tundî û tinekirinê ye û got armanca vê planê ew e ku gelê Sûrê yê ku kirine û nekirine bi dîrok, çanda xwe serî lê netewandine ji esla û fesla wê dûr bixin, gelê Sûrê ji şûnwarê wê bikin, li ser xaka wan dixwazin wan bikin mihacir û bêhnê li Sûrê biçikînin.

Yuksekdag di nameyya xwe de bi berdewamî got Sûr di serî de gelê Kurd nirxên dîrokê yên gelê Mezopotamyayê, gelên Tirkiyê ye û diyar kir Sûr a ku bi şer nikarîbûn tine bikin niha jî ji hêla aborî, mekîneyên hilweşandina civakî dixwazin wê tine bikin û got divê ev ên ku wiha dikin baş bizanibin ku li Sûrê jiyana dîrokî rabe wê ew jî hilweşin. Yuksekdag bi berdewamî: ‘’Ên ku hurmetê nadin vê rastiyê wê weke serdestên beriya xwe neçar bibin ku li ber siha rastiyê bijîn.’’

Hevseroka Giştî ya HDPê Yuksekdag herî dawî got, pir girîn e ku ji çar aliyên Tirkiyê helwesta bi mebesta xwedîderketina li jiyanê, dîrokê, li çand û mirov girîng e û binirx e û wiha domand: ‘’Ji bo vê jî ez bang li gelên Tirkiyê dikim ku destekê bidine Sûrê û Platforma Li Dijî Hilweşandina Sûrê. Ew sûrên qedîm, kuçe û jinên ku li dijî bêcihûwarbûnê li ber xwe didin, ew zarok careke dî li dijî dorpêçê û hilweşandinê divê tenê neyên hiştin. Bi hevgirtina mirovî ya xurt em dikarin Sûrê li ser piyan bihêlin. Bi deng, çalakî, baweriya xwe ji bo jiyan û mirovahiya li Sûrê em mil bidin. Em siyasetmedarên girtî bi dil û berxwedaniya xwe li cem gelê xwe ne. Em destûrê nedin hilweşandinê, em vîna damezirîner a gelan û hevgirtina wê ji nû ve geş bikin.’’