Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê dewam dike
Ji bo parastina Bendava Tişrînê û rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên lis er bendavê, çalakiya nobedê ya gel dewam dike.
Ji bo parastina Bendava Tişrînê û rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên lis er bendavê, çalakiya nobedê ya gel dewam dike.
Bendava Tişrînê çavkaniya girîng a av û elektrîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Dewleta Tirk ku bi êrîşên li ser binesaziya herêmê sûcên şer dike, ji destpêka meha Kanûnê û vir ve êrîşê dibe ser Bendava Tişrînê.
Gelên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ji bo parastina bendavê ji 8'ê Çileyê û vir ve li ber bendavê di nobedê de ne.
Di roja çaremîn de gelê Kantona Cizîrê ji bo piştgiriyê tevlî nobedê bû bû. 13'ê Çileyê jî şêniyên ji Tebqa, Reqa û Dêrazorê tevlî nobedê bûn.
Nobed li gel hewa sar jî dewam dike. Gel bendavê ji bermahiyên fuze û topan paqij dike.