Yuksekdag bi sloganên “jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin

Yekemîn rûniştina doza Yuksekdag a HDP’yî dest pê kir. Dema ku Yuksekdag anîn eywanê, bi çepik û sloganan hate pêşwazî kirin.

Yekemîn doza Hevseroka berê a Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hate destpêkirin. Ji ber ku Yuksekdag SEGBÎS red kiribû, ew anîn dadgehê.

Yuksekdag piştî 242 rojan derket pêşberî dadger û li eywanê bi çepikan hate pêşwazî kirin. Di eywanê de sloganên “jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

1017 parêzeran ji bo parastina Yuksekdag vekalet dan û bi sedan parêzer hatin eywana dozê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay û parlementerên HDP’ê dozê dişopînin.

Polîsan nehiştin ku heyetên ji derveyî welat hatine dozê bişopînin. Ji ber ku heyetê “ji wezareta karê hundir destûr nestendine” nehiştin heyet dozê bişopînin.

Yuksekdag bi îddîayên “endama rêxistinê ye” “mûxalefetê li hemberî zagona civîn û xwepêşandanê dike” û “gel ji bo sûc tehrîk dike” ji 30 salan heta 83 salan cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.