YPS-JIN li dijî 4 wesayit, qadeke leşkerî û kargehekê çalakî kir

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Berîvan Cûdî yên YPS-JIN'ê ragihand ku di çarçoveya "Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingerî û ajan-nokeriyê" li hemberî 4 wesayit, qadeke leşkerî û kargehekê çalakî kirine.

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Berîvan Cûdî yên YPS-JIN'ê diyar kir ku 6'ê Tebaxê saet di navbera 15:00-16:00 de li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê li dijî qadeke leşkerî çalakiya şewitandinê pêk anîne.

Hate ragihandin ku di encama vê çalakiyekê de xisareke mezin li qada leşkerî bûye û şewatê li derdoreke fireh belav bûye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 7'ê Tebaxê saet di navbera 01:00-01:30'î de li navçeya Yenîşehîr a Mersînê wesayita luks a rêveberê AKP'ê yê navçeyê hate şewitandin.

Li gorî daxuyaniyê di navbera 30-31'ê Tîrmehê û 1'ê Tebaxê de li navçeyên Beyoglû, Kadikoy û Gazîosmanpaşayê 3 wesayitên faşîstan hatin şewitandin.

Her wiha hate ragihandin ku 1'ê Tebaxê li Tûzlayê karegeheke faşîstên AKP û MHP'ê hate şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çalakiyên hatine lidarxistin ji bo bîranîna fermandar Nûcan hatine kirin ku li Heftanînê bi lehengî şer kir û şehîd bû.