YPS-JIN: Em ê li her derê AKP a tecawîzkar bikin hedef

YPS-JIN: Li dijî hikûmeta AKP’ê ya tecawîzkar derkevin, divê jin bikevin nava çalakiyan. Heta ev hikûmet nehilweşe, dawiya qetilkirina jinan nayê. Faşîzma AKP’ê ya berdevkê vê hişmendiyê ye, divê li her derê bibe hedef.

Koordînasyona YPS-JIN têkildarî hedefkirina jin û zarokan daxuyaniyek parve kir û ev got:“Tundiya li ser jin û zarokan van demên dawî zêde bûye. Êrîşkariya mêr a li ser jinê kana xwe ji çanda tecawizkar a dewletê distîne. Her ku faşîzma AKP li nav civakê rêxistiniya xwe dike, kuştin, talan, derew, takeksî, dîktatorî û zilm zêde dibe. Ji ber ku AKP xwe li ser vê zemînê ava dike.

‘Ê TECAWÎZKAR DEWLET BI XWE YE’

Serokê faşîst Erdogan pêşî li van êrîşan vekir û hê jî vedike. Mesee ne tenê şexsî ye, meseleya sereke dewleta tecawîzkar, hikûmet û hişmendiya vê ye. Heta ku ev hişmendî bi rengê hikûmetê hee, peymana Stenbolê û hwd. wê werin rakirin, wê derketina derve li jinan qedexe bikin, zewacên bi temenên zarok wê noral bibin, fihûş zêde bibe, wê xwendina jinan beleheq were dîtin, li kuçeyan jin werin kêrkini, piştî ku cenazeyên wan hatin parçekirin wê di warîlan de werin şewitandin, weke Gulîstan Doku werin windakirin. Bi hesûdiya mêrên wan, ji ber ku redkirina teklîfa ku bi hev re bin, bi hinceta kincê ku li xwe dikin, xwarinê çênakin, derdikevin derve, ji ber gotin û hincetên wiha jin têne kuştin û ev komkujî li kuçeyan li ber çavê her kesî têne kirin da ku civak hînî vê bibe. Li gorî dewletê hemû mêr divê vê ji xwe re weke heq bibînin, jin jî li gorî vê gava xwe bavêjin. Navê vê zayendîtiya civakî ye û kana xwe ji dewleta zayendîgir distîne. Dayik-jin a ku pîroza jiyanê de bi destê desthilata AKP'ê dibe koleyê mêr û mekîneya zarokanînê.

‘DIVÊ XWEPARASTIN BÊ PÊŞXISTIN’

Jin divê serê xwe li ber vê netewînin. Divê vê rewşê qebûl nekin, li dijî faşîzma AKP'ê û hişmendiya mêr a êrîşkar-tecawizkar xweparastinê geş bikin. Li dijî êrîşên fizikî yên dewlet-mêr mafê jinê heye ku bi her hawî parastina xwe bike. Divê jin di nav pergal AKP'ê de cih negirin, xizmetê ji sazî û dezgehên vê hişmendiyê re nekin û çalakiyan bikin. Divê rihê las tesîse ku ji Şilîyê dest pê kirî û li cîhanê berbelav bûyî dîsa were zevtkirin.

Em YPS Jin diyar dikin di serî de pergala faşîst a AKP'ê, hevkarên vê û ên ku xizmetê ji vê re dikin wê bibin hedefa me. Em bi rengekî aşkere wan kesan hişyar dikin ku li ser bedena jinê tesarûfê dikin, li ser jin û zarokan faşîzma dewletê dikin û vê hişmendiyê diparêzin.

BANG LI JINAN KIRIN

Bêyî ku cihêtî were kirin banga me li Kurd, Tirk, Ermen, Asûr, Çerkez, Lazan ev e; li dijî hikûmeta AKP'ê ya tecawizkar derkevin, jin divê çalak bin, çalakger bin. Heta ku ev hikûmet neyê hilweşandin dawî li komkujiya jinan nayê. Nexasim jinên ciwan divê tevbigerin, li dijî pergala dewletî ya berdest û hişmendiya wê ji rengê hicreyan rêxistiniya xwe bikin û çalak bin. Faşîzma AKP ya ku pêşenga vê hişmendiyê divê li her deverê bibe hedef.”