YPS-JIN'ê Sêvê, Pakîze, Fatma Uyar bi bîr anî

YPS-JIN'ê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar bi bîr anî, di salvgerê de berxwedana dastanî slav ki.

Koordînasyona YPS-JIN'ê îro bi daxuyaniyeke niviskî Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku dewleta Tirk ew qetil kiribûn bi bîr anî.

YPS-JIN'ê di daxuyaniyê de êrîşên îmhaya giştî yên 24'ê Tîrmeha 2015'an a dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û hemû hêzên azadiyê bi bîr xist û got, bi berxwedana xwerêberiyê li dijî teslîmeyet û îxanetê, bi encama rawesta li ser mirovbûn û civakbûnê, bi asta refleksê bi xweparastinê bersiv hatiye dayin, dewleta Tirk di êrîşa îmhaya giştî de ya li ser gelê Kurd û hemû nirxên wê, bi barandina bombeyan a li bajaran a li ser gel niyeta xwe ya rastîn nîşan daye û got,''Ev hişmendiya dijminatiya sondxwarî ya li ser Kurdan hemû kirinên mêtinger li ser gelê Kurd bi cih aniye.''

'LI CIHÊ KU BERXWEDAN HEBE TÊKÇÛYÎ WÊ DAGIRKER BIN'

B berdewamî hate gotin weke ji hezaran salan û vir ve li dijî vê siyaseta îmhayê bi berxwedaniya giştî bersiv hatiye dayin, li bajarên bakurê Kurdistanê berxwedaniyeke bêhempa hatiye dayin û hate domandin, ''Bi xwerêveberiyê ku îradeya xwerêvebirinê ye, tercîh li ser xwerêveberiyê hatiye kirin, hemû Kurdistanî ji bo xwedî li jiyana azad derkevin tevgeriyane. Dewleta TC'ê ku hebûna xwe di înkar û îmhaya gelê Kurd de dîtiye, li dijî tercîha xwerêveberiyê bi her cure teknîka pêşketî û bi hêza artêşê û leşkerî êrîş aniye. Li Cizîr, Silopya, Nisêbîn, Hezex û Sûrê qadên sivîl bombe kiriye, mirovên me li jêrzemînan bombe kiriye. Lê mîrateya berxwedanê ya ku ji dîrokê heta bi îro tê nîşan daye mal jî werin hilweşandin, kuçe jî werin hilweşandin, li cihê ku berxwedan hebe wê têkçûyî dagirker bin.''

'BERXWEDANIYEKE DÎROKÎ HATE KIRIN'

Bi berdewamî hate gotin bi berxwedana bêhempa yek ji qada ku dagirker lê têkçûne navçeya Silopya ya Şirnexê bûye, ji heft salî heta bi heftê saliyan derketine kuçeyan, li xwerêveberiyê xwedî derketin û 'cengeke dîrokî' hatiye jiyîn û di berxwedana gel de, ku bi rojan ji kuçeyan veneqetiya, jin li eniya pêş bûne. YPS-JIN'ê got''Sê siyasetmedarên jin ên sembola vê berxwedana dastanî hevalên me Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar bûne nûnerên roja me ya îro ya pêşengiya dîrokî, her yek ji wan xeta Sara domandine. Her sê hevrêyên me yên jin heta dawî ji bo geşkirina berxwedanê û ji bo bi biryardarî bidome bi rista xwe rabûne. Ji ber vê her sê hevrêyên me bûne hedef û 5'ê Çile ya 2016'an li kuçeya berxwedanê hatine qetilkirin.''

'BERXWEDANA JINÊN KURD JI BO HEMÛ MIROVAHIYÊ BÛYE HÊVÎ'

YPJS-JIN'ê her wiha got, ''Hişmendiya ku li Parîsê 3 hevrêyên jin qetil kirî, li Silopya jî bi qetilkirina sê hevrêyên me yên jin aqilê dewletê yê nêr ê serwer dîsa raxistine'', bi domdarî hate diyarkirin, ''Ev êrîşên li ser jinên ku ji bo ji jiyaneke azad, demokratîk û wekhev li ber xwe didin û bîrewer ibin, mîna qirkirineke li ser mirovahiyê hatiye ferzkirin, li ber çavê her kesî tê domandin. Têkoşîna bêhempa a jinên Kurd û helwesta wê ya îradî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû mirovahiyê bûye hêvî. Morala herî mezin a ji bo gelên ku di bin zilma hêzên serwer de diçewisin, bûne jinên Kurd ku di berxwedana xwerêveberiyê de bi lehengî şer kirine.  Têkoşîna bêhempa a Sara, SêvVê, Fîdan, Rûken, Zeryanan ji jinan re bûye pêşeng.''
'EM Ê TOLÊ HILÎNIN'

YPS-JIN'ê herî dawî got di salvgera 4'an şehîdbûnê de Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar ku bi rawsta xwe ya berxwedana xwerêveberiyê û bi têkoşîna xwe ya bi baweriya xwe bûne leheng, bûne dastan û temsîla azadiyê ne bi hurmet û minet bi bîr tînin û domand, ''Em sond dixwin ku di wê rêyê de ku şehîdên berz vekirine bi biryardarî bimeşin, tola wan hilînin, berdêla wê çi dibe bila bibe em ê têkoşînê bi serfiraziyê tacîdar bikin.''