YPS-JIN'ê li dijî baregeha jetên leşkerî ya Izmîrê çalakî kirin

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Esmer ên YPS-JIN'ê ragihandin li Izmîr Menemenê li herêma baregeha jetên leşkerî, li dijî qada hangarê û li dijî qada teleferîkê li navçeya Balçova çalakiyeke sabotajê kirine.

Tîmên Bersivdanê gotin, ''30'ê Tîrmeha 2020'an saet 16.00'an li dijî qada ku teleferîk lê ye, ya navçeya Balçoava a Imzîrê saet 16.00'an çalakiya sabotajê'' kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin gelek trafoyên elektrîkê û pergalên belavkirina girêdayî bi temamî hatiye rûxandin.

Têkilî çalakiya Menemenê jî wiha hate gotin:

''30'ê Tîrmeha 2020'an li Menemenê ya Izmîrê li dijî herêma ku baregeha jetên leşkerî lê heye çalakiyeke hate kirin. Di encama şewatê de hangara leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker bi temamî hate rûxandin. Cihekî ku weke herêmeke xef dihate nîşandan û yek ji van hangarên xef ku çapemenî jî nekarî xwe bigihînê agahiyên wê, li gel hemû destwerdana faşîstan jî hate rûxandin.''

Tîmên Bersivdanê diyar kirin wan ev çalakî ji bo bîranîna gerîla Esmer Zerdeşt kirine, ku 25'ê Hezîrana 2020'an, li Qadên Parastinê yên Medyayê bi encama êrîşa hewayî yên artêşa Tirk a dagirker şehîd bûye.