YPJ'yî: Bi keda Ocalan jin gihîştin wê astê ku azadiyê bixwazin

Şervanên YPJ'ê Dîcle Şiyar Kobanê û Kurdistan Engîn komploya navdewletî ya 15'ê nirxandin û gotin ku Ocalan bûye Rêberê hemû gelên bindest û azadîxwaz.

Şervanên YPJ'ê komploya 15'ê Sibatê û esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Her wiha balê dikşînin ser ku Ocalan ne tenê Rêberê Kurdan e û Rêberê gelên bindest, kesên azadiyê dixwazin e.

Dîcle Şiyar Kobanê diyar kir ku ew weke YPJ di cîvînên xwe de, perwerdeyên xwe de nîqaşan dikin bê komploya navdewletî çawa dikarin pûç bikin û got, ew bi şer û têkoşîna xwe komployê pûç dikin. Şervana YPJ'ê destnîşan kir ku têkoşîna wan ne tenê li hember dewleta Tirkiyê ye û wiha pê de çû: "Têkoşîna me li hemberî wan dewletan e ku komplo li dijî Serokatî pêk anîn. Ji bo ku em komployê pûç bikin, em ê têkoşîna xwe di qada eskerî, siyasî, dîplomasî û bîrdozî de bilind bikin."

Şervana YPJ'ê Kurdistan Engîn bal kişand ser paradîgmaya azadîxwaziya jinê ya Ocalan û wiha axivî: "Jin gihiştin wê astê ku azadiya xwe bixwazin û serî li er dijmin, zordarî û desthilatdariyê rake. Ev jî bi fikir û felsefeya Rêber Apo çêbûye."

Şervana YPJ'ê Dîcle Şiyar Kobanê di berdewama axaftina xwe de destnîşan dike ku komploya 15'ê Sibatê di heman demê de li hember jinê ye.  Wekî din dibêje ku Ocalan êdî ne tenê Rêberê Kurdan e, ew bûye Rêberê hemû gelên bindest ên Cîhanê û yên ji bo sosyalîzmê, wekheviyê, azadiyê şer dikin û balê dikşîne ser tevlîbûna enternasyonalîstan a nav êniyên YPG/YPJ'ê.

Kurdistan Engîn di dewama axaftina xwe de dibêje ku Ocalan bawerî daye jinan û ji ber wê hewce ye jin têkoşîna xwe bilind bikin, xwedî li keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwîna şehîdan derbikevin.

Dîcle Şiyar Kobanê ji bo komployê dibêje ku ew her wiha li dijî gel e jî û li her derê Kurdistanê gel pergal û zêhniyeta heyî hew qebûl dike. Şervana YPJ'ê da zanîn ku di têkoşîna azadiyê de ew heta dawiyê bi gelê xwe re ne.

Şervanên YPJ'ê her wiha hêstên xwe yên ji bo Ocalan tînin ziman. Şervanên jin pêşketina xwe ya di warê eskerî, fikir û felsefî de bi alîkariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girê didin û destnîşan dikin ku Ocalan her tim alîgirê civakên bindest û lewaz bûye û ew bi hêz kirîne, rakirine ser piyan. 

Şervanên YPJ'ê di dawiya axaftina xwe de diyar kirin ku ew ê bi têkoşîna xwe dawî li esareta li girava Îmraliyê bînin.