YPJ’ê Zîlan bi bîranî
YPJ’ê Zîlan bi bîranî
YPJ’ê Zîlan bi bîranî
Li Navenda Şehîd Edalet a YPJ’ê bi munaseta bîranîna 17. salvegera çalakiya gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci ( Zîlan ) merasîma leşkerî hate lidarxistin.
Li Navenda Şehîd Edalet a YPJ’ê bi munaseta bîranîna 17. salvegera çalakiya gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) merasîma leşkerî hate lidar xistin. Di merasîma bîranînê de Endama Konseya YPJ’ê Dilpak Mihamed axaftinek kir û da zanîn ku ew li ser mîrateya Zîlanan dimeşin û jin îro li Kurdistanê bûye hêza sereke.
Dilpak wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîna Azadiya Gelê Kurdistanê bi dehan sale bi têkoşîneke bê hempa berxwedanî dike. Yek ji encamên wê têkoşînê jî vînkirina jinê li Kurdistanê ye. Îro li Kurdistanê jin bûye hêza sereke û ev jî encama tekoşîna şehîdên Kurdistanê ye. Bi taybet hevala Zîlan wek fermandereke mezin a jin, bi çalakiya xwe ya fedayî bûye sembola berxwedanî û vîna jin li Kurdistanê.”
Di merasîma bi dehan endamê YPJ’ê beşdarbûn de Dilpak, diyar kir ku wan wek bersivdayîna jinên leheng YPJ ava kirine û got: “Îro li Rojavayê Kurdistanê bi avakirina YPJ’ê vîna jina Kurd di asta herî bilind de xwe rêxistin kiriye û kêm be jî bûne bersiva jinên têkoşer. Ger îro em li vir kombûne û wek jin parastina gelê Kurd dikin, bi saya van têkoşer û lehengên jin e.’’
Di dawiya merasîmê de şervanê YPJ’ê bi yek dengî dirûşmên “ Bijî Rêber Apo, Şehîd Namirin” qêriyan.