YPJ’ê, Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
YPJ’ê, Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û got; “Têkbirina dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê bi saya yekgirtina gelan pêk hat.”
YPJ’ê, Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û got; “Têkbirina dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê bi saya yekgirtina gelan pêk hat.”
Navenda Ragihandin Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
YPJ’ê di daxuyaniyê de wiha got; “ Yekê mijdarê, ev roj e ku hemû gelên cîhanê bûn yek û piştgiriya paytexta berxwadanê, Kobanê kirin. Bi milyonan xwepêşandar ji dewlet û olên cuda, alên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin rakirin û bi silogana şermezarkirina êrîşên DAÎŞ’ê daketin kolan û qadan. Mirovên azadîxwaz yên ku ji bo Kobanê rabûn ser piyan, xwestin ku dengê xwe bigihînin civaka navnetewî ji bo mudaxele bike û tevbîrên lezgîn ji bo piştgiriya gelê Kurd bigire”
Di berdewama daxuyaniyê de YPJ’ê bi bîr xist ku kesên ev meş ji bo piştgiriya Kobanê bi rêxistin kiribûn, biryar girtin ku 1’ê Mijdara 2014’an, bibe Roja Kobanê ya Cîhanê û wê bi milyonan kes derkevin meşan û got; “ji Afganîstanê heta Ecuador, ji Kanada heta Awûstralyayê, ji 29 bajaran, 30 welatên di cîhanê de, meşên girseyî ji bo Berxwedana Kobanê wê pêk were. Di bin dirûşmeya “rewşa awerte ya cîhanî, ji bo piştgiriya Kobanê û mirovahiyê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê.
Li vir pêwîst e mirov girîngiya şoreşa Rojava û berxwedaniya Kobanê û bi taybet berxwedana jinê, di yekbûna gelan de, bîne ziman. Berxwedana Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, piştî ku bi hezaran şehîd dan, dîsa îsbat kir ku wê serkeftin her dem a hêzên demokrasî, aştî, xwişktî û biratiya gelan be.”
‘BI SAYA HEMÛ GELÊN CÎHANÊ…’
YPJ’ê di dawiya daxuyaniyê de ev îfade bi kar anîn;
“Bi saya îradeya şervanên YPG û YPJ‘ê û bi alîkarî û destekdayîna hemû gelên cîhanê, serkeftin li Kobanê pêk hat.
Derketina milyonan mirov ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê, roleke pir girîng lîst, bal kişandin ser şoreşa Rojava ku ji bo azadî û demokrasiyê şer dike. Her wiha rola wê ya stratejîk a ji bo qedandina dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê. Îro ev berxwedana gelan hemû planên çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên wê têk birin. Kobanê jî bi serket û rizgar bû, di hemû cîhanê de bû mînakeke berxwedaniyê.”