YPJ’ê encamnameya 2. Konfernasa xwe ragihand

YPJ’ê encamnameya 2’emîn Konferansa xwe ragihand. Di encamnameyê de biryarên hatibûn girtin bal kişandin.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di dîroka 1-2’yê Hezîranê de bi dirûşma ‘Em bi ruhê Leyla û bi hêrsa Avetayan, xwe ji nû ve ava bikin, dagirkeriyê têk bibin’ 2’emîn konferansa xwe bi tevlîbûna 200 delegeyan lidar xist.

Encamnameya 2’emîn Konferansa YPJ’ê wiha ye:

“Em konferansa duyemîn ya ku me di dîroka 1-2 Hezîranê de bi diruşmeya “Em bi ruhê Leyla û bi hêrsa Avestayan, xwe ji nû ve ava bikin dagirkeriyê têk bibin” lidarxist, di serî de li şehîd Bêrîvan, Jînda, Hebûn Enteriyê, Destan, şehîdên Qereçoxê û bi sedan hevrêyên me ku ji çar perçê Kurdistanê, Rojhilata navîn û Cîhanê, beşdar bûn û gihîştin şehadetê, li gelên Bakûr-Rojhilatî Sûriyê û tevahî jinan pîroz dikin. Em ji bo biryardarî, soz û hêza me ji vê konferansê girtiye jiyanî bikin em ê, ji niha û pêve tekoşîna xwe dijwar û bilindtir bikin.

‘DI QONAXA NÛ YA TÊKOŞÎNÊ DE ERK Û BERPIRSYARIYAN LI ME FERZ DIKE’

Piştî 7 salên tije şer, berxwedanî, tekoşîn ku me Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi gelê xwe re jiya, em îro gihîştin qonaxeke nû ya tekoşîn, erk û berpirsyariyan. Me bi zanebûna erkên xweyî dema nû di dîroka 1-2 Hezîranê de bi beşdariya 200 delegeyan konferansa xwe ya duyemîn lidarxist. Di vê mehê de lidarxistina konferansê, bêguman ji bo jinên Rojhilata Navîn û jinên Kurd xwedî wateyeke dîrokî ye û pêşxistina tekoşîna hevbeş îfade dike.

Xalên herî serekê yên di konferansa me de hatin ziman û li ser hatin sekinandin, rewşa siyasî-leşkerî, pratika şerê 7 salan, xwe ji nû ve avakirin, avakirina rêziknameya YPJ’ê. Her wiha biryarên di derbarê şehîdan, perwerde û plansaziya 2 salan de hatin girtin.

‘YPJ WÊ RISTA AVAKIRINA CIVAKA AZAD, DEMOKRATÎK Û WEKHEV BIGIRE SER MILÊ XWE’

Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji bo hemû mirovahî û jinan bûbûn bahoza tirsê, zilmê û kuştinê, YPJ’ê bi rûhê welatparêzî, bi sekna ferdekar û wêrektî li hemberî vê hovîtiya mezin sekinî, şer kir. Tekoşîn meşand û berdêlên giranbiha di oxira parastina gelan, welat û jinan de da. Li hemberî hemû şertên zor û zehmet yên vê şerî YPJ’ê, li kêleka Yekîneyên Parastina Gel YPG-QSD’ê gavek bi paşde neavêt. Berovajî bû hêza pêşneg, moral û destxistina destkeftiyên mezin. Em YPJ, çawa di rizgarkirin û tinekirina DAÎŞ’ê de, rista pêşengtiyê leyîst, di konferasê de biryar derket ku wê YPJ’ê, rista pêşengtiya avakirina civaka azad, demokratîk û wekhev bigre ser milê xwe.

Di konferansa me de nirxandinên girîng li ser pratika şerê 7 salan yê ku YPJ’ê bi awayeke aktîv cihê xwe têde girtî hatin kirin. Her wiha avakarên van nirxên mezin şehîdên şoreşê yên bi kedeke bêhempa bihust bi bihust di sengerên şer yê herî pêş de cih girtin û gihîştin şehadetê, hatin bîranîn. Soza domandina tekoşîna di rêya wan de careke din hate dubarekirin. Di konferansê de gelek nirxandin û biryarên girîng di derbarê şehîdan de hatin girtin. Hate ziman parastin û jiyîna xeta şehîdan wê me bibe serkeftineke mayînde.

‘TÊKOŞÎNA YPJ’Ê YEKÎTIYA RUHÎ YA JINAN DA AVAKIRIN’

Tevahî dinyayê şahidî ji tekoşîn û şerê YPJ’ê, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê meşand re kir. Ev tekoşîna mezin bi demê re ji tevahî jinan re, bû çavkaniya îlhamê. Ji roja destpêkê heta roja me ya îro, li her çar aliyê cîhanê ji Îvana heta Hêlînan jin beşdarî nav refên YPJ’ê bûn. Ev tekoşîn yekîtiya ruhî ya jinan da avakirin û bû doza hevbeş ya hemû jinan. Avakirina YPJ’ê, bû çavkaniya bawerî û hêzê ku jin karibe xwe biparêze û tola hemû jinên bi destê DAÎŞ’ê hatin qetilkirin, revandin û dîlgirtin rake.

Hebûna jinê di vê şerî de, di cîhanê de bû mînak û bi xwe re pir qalibên hişmendiya kevnar, paşverû yên di derbarê jinê de şikandin. Rê li ber nîqaşên nû yên di derbarê tekoşîna jinan de vekir. Ev yek bû nîşaneya ku YPJ’ê, ne tenê şerê DAÎŞ’ê dikir, di heman demê de şerê hişmendiya 5 hezar sal dikir. Vê şerê rûmetê ji jinan re rêyeke nû vekir û nirxên mezin ava kir.

‘EM XWE DI PARASTINA HEMÛ JIN, GELAN Û ZAROKAN DE BERPIRS DIBÎNIN’

Ji bo parastina van nirxan, me di konferansa xwe de careke din îşaret bi rista parastina cewherî kir û biryardariya xwe ya di vê derbarê de bi bîrxist û nirxand. Ji bo me tevahî jinan parastin ji av û xwarinê girîngtire hate bi lêvkirin. Em YPJ xwe di ber parastina hemû jin, gelan û zarokan de berpirsyar dibînin. Ji ber hîna di Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê de li ser jin, zarok û netewan xeteriyên mezin berdewam dikin.

‘AVAKIRINA ŞERVANÊN PROFESYONEL’

Em YPJ, ji bo xwe di warê pisportiya leşkerî de bi hêz bikin, xwe bighînin şervaneke rast dijîn, rast şer dike û xwe diparêze kesayetiyek xwe di warê leşkerî û fikrî de avakirî pêwîste. Li ser vê hişmendiyê me pêwîstî bi xwe ji nû ve avakirin û gihîştina kesayetiyek profesyonal a li gor şerê vê serdemê ava bike dît. Li ser wê bingehê weke YPJ’ê xwe ji nû ve avakirin, weke erka me ya yekemîn hate dîtin û li gora wê biryarên girîng di vê derheqê de hatin girtin.

Me di konferansa xwe de careke din dît ku hîna gelek erk û berpirsyariyên dîrokî û bi taybet parastina nirxên civakê li pêşiya me ne. Ji bo em van nirxan biparêzin, civaka netewa demokratîk saz bikin û bibin hêza parastina wê me soz û biryardariya xwe nû kir.

Di dawî de em bi wesîleya hatina cejna remezanê, cejna remezanê li tevahî civaka îslama demokratîk û jinan pîroz dikin û em bi hêvî ne ev cejin bibe wesîleya jiyanek aram, aşitî yane û hevbeş ya gelan.”