YPG’ê nasnameya du şervanan aşkera kir
Navenda Ragihandina YPG´ê nasnameya 2 şervanên YPJ´ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe jidest dane bi daxuyaniyekê aşkera kir.
Navenda Ragihandina YPG´ê nasnameya 2 şervanên YPJ´ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe jidest dane bi daxuyaniyekê aşkera kir.
Navenda Ragihandina YPG´ê nasnameya 2 şervanên YPJ´ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe jidest dane bi daxuyaniyekê aşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana hêzên YPG û YPJ´ê ya Kobanê ket roja xwe ya 215´an de û di encamê de destkeftiyên mezin hatine bi destxistin û efsaneyên berxwedan û fedekariyê hatine nivisîn.
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ˝Berxwedana gelê me bi îradeya ji pola ya yekîneyên me û gelê me yê bi rûmet yên ku Rojava ji êrîşên çeteyan diprarêzin pêk hatiye. Berxwedana gelê me ya Kobanê bengeheke dîrokî ya dîroka mirovahiyê ye, di vê berxwedanê de 2 şervanên me piştî ku li dijî çeteyan berxwedaneke mezin nîşan dane jiyana xwe ji dest dane. Em soz didin hevalên xwe Fermandar Nûjîn Efrîn û Şervana me Dicle Cûdî ku em ê şopdarê riya şehîdan bin.˝
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şervanan wiha ye:
*Eyşê Ebdo, bi nasnavê Nûjiyan Çem, li Efrînê ji dayik bûye, 16’ê nîsanê li Kobanê jiyana xwe ji dest da
*Bêrîvan Hesen, bi nasnavê Dîlce Cûdî, li Kobanê ji dayik bûye, 16’ê nîsanê li Kobanê jiyana xwe ji dest daye.