Yolerî: Cezayên ku didin Yuksekdagê, êrîşa li ser vîna jinan e

Parêzer Gulseren Yolerî diyar kir ku lêpirsîn û cezayên ku didin Yuksekdagê, êrîşa li ser vîna jinan e.

Parêzer Gulseren Yolerî diyar kir ku, lêpirsînên li ser Yuksekdag û cezayên ku didin wê, êrîşa li ser vîna jinan e û got: “Bi vî tiştî re dixwazin hêzên din ên ku piştgiriya Kurdan dikin jî, bidin sekinandin.”

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Gulseren Yolerî, lêpirsîn û cezayên li ser hevseroka giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag nirxand.

‘TIŞTA TÊ DARIZANDIN PARLEMENTERÎ YE’

Yolerî diyar kir ku gelek doz li Yuksekdag hatine vekirin û got: “Hemû axaftinên wê bûne sedema lêpirsînê. Tişta ku tê darizandin, parlementeriya wê ye.”

Yolerî destnîşan kir ku dozgeran li ser axaftinên wê yên ên li Enqere, Riha, Mêrsîn û Edeneyê lêpirsîn dane destpêkirin.

‘DI KESAYETIYA YUKSEKDAG DE PÊKUTIYA LI SER JINAN’

Yolerî diyar kir ku gelek axaftinên ku Yuksekdag pê tê sûcdarkirin di dosyeyan de tune û wiha anî ziman: “Delîl nehatiye komkirin, sûc nehatiya îspatkirin; lê tavilê dixwazin ceza bidin. Dixwazin bi binpêkirina hiqûqê ceza bidin. Dixwazin li ser hemû parlementeran vêya bikin lê bi taybetî Fîgen Yuksekdag ji xwe re kirine hedef.”

‘LI HEMBERÎ AŞTIYÊ ÊRÎŞEK E’

Yolerî têkildarî girtîna parlementeran jî got: “Parlementerên girtî bawer dikin ku wê ev roj derbas bibin. Girtina xwe wekî êrîşa li ser aştiyê dinirxînin.” Yolerî herî dawîn jî got:“Êrîşên dewletê gelekî zêde ne. Li hemberî van êrîşan divê mûxalefet bi pergal û plan tevbigerin û hevgirtina xwe geştir bikin.”