YJKE’yê xwest ku jinên hatîn destgîrkirin bên berdan

Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (YJKE) yê, serdegirtina li ser Komeleya Jinê ya Rosa ya ji aliyê polîsên Tirk ve şermezar kirin û daxwaz kir ku pêwîste tavilê kesên hatîn destgîrkirin bên berdan.

YJKE’yê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de hate gotin ku di vê dema pandemiyê de, hemû rêxistin û tevgerên jinan ku ji bo balê bikêşînin ser êrîşên li jinê di nava têkoşînê de ne, vê sibehê li Amedê avêtin ser Komeleya Jinê ya Rosa.

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Bê tehemûliya desthilata AKP-MHP’ê ya li dijî Jina Azad, Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Edalet Kaya, avakera Komeleyê Ayla Akat Ata, Fatma Gultekîn û Narîn Gergor di serdegirtinên malên wan de destgîr kirin.

Em YJKE didin diyarkin ku ev êrîşa bê hiquqî ya li dijî Komeleya Jinê ya Rosa ya mafê herî bingehîn ên jiyanê yên jinan diparêze, nayê pejirandin û em daxwaz dikin pêwîste rêvebirên komeleyê tavilê bên berdan. Di serî de em weke jin bang li hemû gelê xwe dikîn ku xwedî li îradeya me derbikevin.”