YJK-E’yê nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî Gokay Akbulut da

YJK-E’yê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî siyasetmedar Gokay Akbulut da û got, “Ev bûyer li Elmanyayê mînakek tirsnak a rastgiriya ku zêde dibe ye û mîna polîtîkayên faşîst e.”

YJK-E

Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) têkildarî êrîşa faşîst a li dijî siyasetmedar Gokay Akbulut daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Endama Meclîsa federal û siyasetmedara Partiya Çep Gokay Akbulut, dema bi trenê diçû mala xwe rû bi rûyê êrîşa mêrên rastgir ma û ne tenê fîzîkî, di heman demê de rû bi rûyê tacîza zayendî jî ma. Em vê yekê bi xemgînî pêşwazî dikin. Ev bûyer li Elmanyayê mînakek tirsnak a rastgiriya ku zêde dibe ye û mîna polîtîkayên faşîst e.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di salên dawî de li Elmanyayê tundiya li dijî jinan zêde bûye û wiha hate gotin: “Li her çar parçeyên Kurdistanê û li Elmanyayê di têkoşîna li dijî tundî û zextê de, wezîfeya me ye ku em bi jinan re bin. Em êrîşa li dijî Gokay Akbulut bi tundî şermezar dkin. Em ê her tim li dijî qirkirina jinan, bi hev re têbikoşin.”