YJK-E'yê ji bo festîvala Zîlan banga tevlîbûnê kir

YJK-E'yê ji bo 14. Festîvala Jinê ya Zîlan banga tevlîbûnê kir ku wê 23'ê Hezîranê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bê lidarxistin.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em 14. Festîvala Jinê ya Zîlan bi dirûşma 'Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye' 23'ê Hezîranê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê li dar dixin. Em li bendê ne ku gelê me û dostên me yên li Elmanya, Hollanda û Belçîkayê tevlî festîvalê bibin."

YJK-E'yê destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya jinê li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst weke serhildana herî radîkal derketiye holê û diyar kir ku paradîgmaya civaka demokratîk-ekolojîk-azadîparêziya jinê li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinan ketiye meriyetê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, êrîşên hêzên hegemonîk ên global bi taybetî jî yên dewleta Tirk a faşîst di kîjan astê de tên kirin jî, jinan berê xwe dane serdemeke nû ya azadiyê. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Têkoşîna me ya azadiya jinê ji asta xwecihî mezin bûye û xwe gihandiye asta gerdûnî. Hevkariya me ya têkoşînê ya bi jinên ji gelên din re roj bi roj mezin bûye. Jin bûne xwedî hişmendî, îrade û hêza ku dikarin xwe pê azad bikin."

YJK-E'yê diyar kir ku paradîgmaya civaka demokratîk-ekolojîk, azadîparêziya jinê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirand, bi îradeya qewîn a jinên Kurd veguheriye rastiyê û got, "Ji ber vê yekê, em ji her demê bêhtir bi biryar in ku li dijî êrîşên qirkirinê û faşîzmê, Rêberê xwe azad bikin, berxwedana serdemê bi ser bixînin û jiyana azad û azadiya jinê misoger bikin."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê û hate destnîşankirin ku ew bawer in wê di hilbijartinê de faşîzma Erdogan-AKP-MHP'ê careke din têk biçe.

YJK-E'yê da xuyakirin ku bi vê bîr û baweriyê ew roja 23'ê Hezîranê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bişiyara 'Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye' 14. Festîvala Jinê ya Zîlan lidar dixin û got, "Em bang li gel û dostên xwe yên li Elmanya, Hollanda û Belçîkayê dikin ku tevlî festîvalê bibin."

Navnîşana ku festîval wê lê pêk were: Hoeschpark, Kirchderner Str. 35-43, 44145 Dortmund