YJK-E NRW banga tevlêbûna li çalakiya 8'ê Adarê kir
YJK-E NRW'ê bi wesîleya 8'ê Adarê bang li jinên li eyaleta NRW'ê kir ku 6'ê Adarê li Dusseldorfê li hev bicivin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Faşîzm wê têk biçe, jin wê bi ser bikevin."
YJK-E NRW'ê bi wesîleya 8'ê Adarê bang li jinên li eyaleta NRW'ê kir ku 6'ê Adarê li Dusseldorfê li hev bicivin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Faşîzm wê têk biçe, jin wê bi ser bikevin."
YJK-E NRW'ê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê banga tevlêbûna li çalakiyan kir.
YJK-E NRW'ê di daxuyaniyê de got, ''Em jinên Kurd li eyaleta NRW'ê ya Elmanyayê dijîn hem li welatê xwe, hem li cografyaya Ewropayê çawa ku li dijî gavên zayendîparêz, faşîst em duh têkoşiyabin îro jî em ê têkoşîna xwe geş bikin. ''
YJK-E NRW'ê kampanyaya TJK-E'yê ya ''Ji bo dîktator were darizandin 100 sedem'' li eyelatê ne tenê bi piştevaniya jinên Kurd, bi piştevaniya raya gitşî ya Elman û rêxistinên jinan, bi têkoşîna hevpar xurtir bûye û diyar kir ew jinên eyaleta NRW'ê yên Kurd dixwazin meşa xwe ya ku 25'ê Mijdarê bi kampanyaya ''ji bo dîktator were darizandin 100 sedem' dest pê kirî, 6, 9'ê Çile ji bo jinên Efrînê meşa ku rê ve çûyî bi 8'ê Adarê tacrîdar bikin.
Di daxuyaniyê de banga tevlêbûna li meşê hate kirin û hate gotin, ''6'ê Adarê Şemiyê li Dusseldorfê saet 1400'an li ber DGB Hausê em pêkhateyên YJK-NRW'ê em ê bimejin. Em ê meşa xwe bi rêxitinên cuda ên jinan re bi hevkarî bikin û em banga li hemû jinên Kurd û dostên xwe yên li Dusseldorf, Koln, Dortmund, Duîsburg, Essen, Bonn, Bîelefeld, Munster, Maachen'ê dikn ku tevlî meşê bibin.''