YJK-E ji bo meşa li Parîsê banga tevlîbûnê kir

Ji bo meşa 6'ê Çileyê ya li Parîsê, ku bi dirûşma "Bila rastî eşkere bibe, edalet bi cih were" tê lidarxistin, YJK-E banga tevlîbûnê kir.

Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Tevî ku di ser şehîdxistina sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) re 5 sal derbas bûne jî berpirsyar nehatiye eşkerekirin û nehatine cezakirin.

Ev komkujiya ku ji bo şikandina têkoşîna azadiya jinê hate kirin, bi destê jinan hate pûçkirin. Sê nifşên ku di şexsê Sara, Rojbîn û Ronahî de şênber bûn, bûn temsîlê têkoşîna azadiya jinê ya Kurd û Kurdistanê ya ji niha û pê ve. Vê êrîşa namerdî nekarî têkoşîna jinên Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd qels bike. Berevajî, bûye sedem ku hêrs zêde bibe û azadî jî weke armanca yekane derkeve pêş.

Dewleta Tirk û hikumeta AKP'ê berpirsyarên sereke yên vê komkujiyê ne. Lê belê nabe ku rola Fransa û dewletên din ên emperyalîst ji nedîtî ve bên. Di ti serdemê de em baweriya xwe bi edaleta dewletan neanîn. Em ji edaleta gelan bawer dikin û di serî de jinên Kurd wê hemû jinên cîhanê û bindest bi berxwedana xwe hesabê vê komkujiyê bipirsin.

Weke YJK-E em dibêjin, 'bila rastî eşkere bibe, edalet bi cih were' û bang li hemû jinan dikin ku bi xurtî tevlî meşa 6'ê Çileyê ya li Parîsê bibin."