YJK-E: Em xwedî li Kaderê derkevin

YJK-E, li Hamelnê êşkencekirina Kader Kadandirê û li Mannheîmê qetilkirina jinekê bi tundî şermezar kir.

Yekîtiya Jinên Kurdistan Elmanya (YJK-E) têkîldarî Kader Kadandir a ku li bajarê Hameln ê Elmanyayê rojên bihurî ji hêla Nûrettîn Bayrak piştî hat kêrkirin li pey wesayîtê hat kaşkirin û bi awayekî hov qetilkirina Reyhan a 48 salî ku li Mannheîmê pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand.

YJK-E her du êrîş bi tundî şermezar kir û got; “Em didin xuyakirin em li gel Kaderê ne ku hê di komeyê de têkoşîna jiyanê dide.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Tundiya zilma îdeolojîk e. Ji ber vê jî em dibêjin xweparastin mafek e, em banga xwedîderketina Kaderê dikin û wek YJK’e em dibêjin ku em ê tundiya li ser jinê paşguh nekin. Em bang li tevahî jinan dikin ku li dijî her cure tundiyê bi rêxistinî têbikoşin û li qadan dengê xwe rakin.”

Em ê rê nedin faşîzma zilam û dewletê!”