YJK-E: Em bi xurtî tevlî meşa 11'ê Çileyê bibin

YJK-E'yê ji bo meşa 11'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir û got, "Em bang li jinan hemûyan dikin ku bi beşdariya li vê meşê hesab ji kujeran bipirsin."

Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) daxuyaniyeke nivîskî wşeand û diyar kir, "Di 9'ê Çileya 2013'an de hevrêyên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin. Di salvegera 7'an a qetilkirina wan de em her sê jin ên pêşeng bi hezkirin, hurmet û hesreteke mezin bi bîr tînin û kujeran, yên ferman daye kujeran şermezar dikin.

Hevrêya me Sakîne Cansiz ji bo me hemûyan temsîla manewiyat, hest, berxwedêrî û hêviyê ye. Jiyana wê ji bo me wê her tim bibe pêşneg. Bi sekna xwe ya li Zindana Amedê wê her tim ji me re bibe meşaleya berxwedanê, bi jiyana xwe ya paqij wê cîhana me ya manewî ronî bike.

Rojbîn wê bi enerjiya xwe ya jiyanê ya ji dil bibe rêber, Leyla wê bi coşa xwe ya ciwanan bibe misogeriya serketinê ya têkoşîna azadiyê ya jinê.

Di salvegera qetilkirina her sê şoreşgerên jin em ê di 11'ê Çileyê roja Şemiyê de li Parîsê bin û careke din hesab ji kujeran bipirsin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku tevlî meşê bibin û ji bo edaletê hesab ji kujeran bipirsin."