YJK-E, CANÎ: Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî protestoyên ‘G20' bibin

YJK-E û CANÎ, bang li hemû jinan kir ku beşdarî xwepêşandanên protestoyê yên ji bo G20’ê bên lidarxistin, bibin.

Yekîtıya Jinên Kurdistan a Elmanya (YJK-E) û Broya Aştiyê ya Jinên Kurd (CANÎ), têkildarî Lûtkeya G20’ê îro daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser van xisûsan:

“Hedefa rêveberên Hikûmetê yên ku nûnerên mêtînger û ekonomiya kapitalîst a ku wê di serê meha Tîrmehê de li Hambûrgê kom bibin, ziyanên ku di encama kirîzên fînasî de derketin, li ser milê mirovên sivîl ên ku herî kêm ziyan dayîn, didin barkirin.Ji ber vê sedemê sîstema fînansê her demê xwe li hemû qadên jiyanê bi cih kiriye.

Ji bo dîtina girêdanên pirsgirêkên bi taybet navabera sîstema mêrsalarî, zext, pirsgirêkên civakî, siyasî û ekonomî, xwerdî wateyên girîng e. Sîstema serwer a mêr, şêweyê yekem ê mêtîngerî û zextê ye. Mêr serweriya xwe ya li ser civakê bi awayê ‘mêtînger’ dike û ‘mêtîngeriyê’ li ser dimeşîne kire du parçe. Ev desthilatdarî li gorî têkiliyên xwe serweriyê xwe bi şêweyê zext û mêrtingeriyê pêş dixe. Ev jî bû sedem ku civak ji aliyê mêrsalariyê ve bê parçekirin, di kar de zayedparêzî û girêdayî vê jî refbûna civakê pêk aniye. Koletî û mêtîngeriya mêrsalariyê ya ku li ser jinê dide avakirin û hê jî li ser vê mêtîngerî û zextê heyîna xwe didomîne. Bi xwezayî di nava sîstema mêrsalariyê de şêwazên cuda yên mêtîngeriyê xwe dide der. Di vê wateyê de têkoşîna azadiya zayendî, li dijî hemû şêweyê zext û mêtîngeriya sîstema kapitalîst têkoşînkirine.

Di rewşa heyî de polîtîka û sîstema cîhanê ji aliyê welatên G20 ve tên diyarkirin. Di heman demê de sîstema mêtînger û zextê ya rêbazên kapitalîzmê bi vê sînordar nambîne, heman demê ji ber berjewendiyên ekonomîk şer jî didin destpêkirin. Li ser rûyê erdê bi awayê nîjatperestî û kolonyalî sîstema ekonomiyê ya rojava ji kitayên cuda bi tonan madeyên sererd û binerd ji bo xwe vediguhêzin û bi vî awayî bi serbestiya çanda mono derdikeve.”

'JIN TÊKOŞÎNA XWE XURTIR DIKIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li hemû cihên cîhanê li dijî vê siyastê bi çek, yan gotin yan ji fikrên xwe, xwe birêxistin dikin û têkoşîna xwe xurtir dikin. Daxuyanî wiha berdewam dike;

"Yekîneyên Parastina Xweser a Tevgera Jinên Kurd bi salane li dijî artêşa bi pere a DAIŞ'ê di destpêkê de li Rojava û Bakurê Sûriyeyê gund-gund, bajarok-bajarok azad dikin. Tevgera Jinên Kurd piştî serketina li dijî faşîzm û emperyalîzmê li heremê sîstema têkoşîna azadiya bi hev re ava dikin. Bingehê vê modela ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî avakirin, em jêre dibêjin 'Konfederalîzma Demokratîk'."

BANGA TEVLÎBÛNÊ

"Pêwîste di civîna G20 a li Hambûrgê pêk were de ku wê serokên hikûmetan têde cih bigre mijarên 'piştgirîdayîna jinan' werin gotûbêj kirin. Vê mijarê ne tenê ji bo avakirian civakeke ya zayendparêziya azadiyê, ji bo ku jin hê bêhtir di nava sîstema kapîtalîzmê de tên entegre kirin were dest girtin. Li dijî vê em ê têkoşîna xwe bibin kolanan û dengê xwe bilindtir bikîn. Civakekî rast a azadiya zayendparêziyê tenê bi reforman nayê avakirin. Li cihê ku kapitalîzm, nîjadperestî û zayendparêzî nebe bi jiyana azad û demokrasiya wekhev tê çêkirin.

Divê jin û her kes li dijî sîstema serwer û mêrsalariyê rêxistina xwe pêş bixe!

Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî çalakiyên protestoyê yên li dijî G20 ku wê li Hambûrgê pêkwere dikin. 8'ê Tîrmehê di seat 11:00'an de wê li Deîchtorplatz (Nêzî Haûptbahnhof'ê) çalakiya meşa protestoyê ya 'piştgiriya bê dem' were kirin. Em bang li hemû jinên ku di Blok 2. a berxwedan jiyane cih digrin dikin ku tevlî meşê bibin."