YJA'yê têkoşîneke xurt a bi zayendîperestiya civakî re destnîşan kir

YJA'yê têkoşîneke xurt a bi zayendîperestiya civakî re destnîşan kir

Danezana encamê ya 4. Konferansa YJA'yê hat aşkerakirin. Di danezanê de hat destnîşankirin ku li gel pêşketina di warê siyasî de, ji bo pêşketina kesayetiya rêxistinî pêwistî bi têkoşîneke xurttir a bi zayendîperestina civakî heye.

4. Konferansa Yekitiya Jinên Azad (YJA) li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya 100 delegeyan pêk hat. Konferans bi dirûşma "Bi pêşengiya jinê, di xeta Rêber Apo de emê rizgariya demokratîk û jiyana azad ava bikin" hat lidarxistin.

Di danezana encamê de silav li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û di kesayetiya yek ji pêşengên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) de hemû cangoriyên di rêya azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn û soza serxistina bîranîna hat dûbarekirin. Di danezanê de hat destnîşan kir ku di konferansê de biryardariya avakirina civaka demokratîk, neteweya demokratîk derketiye holê.

Di danezana encamê de hat ragihandin ku di konferansê de pêşveçûnên demî hatine nirxandin û tespîta; têkoşîna azadiyê li ser bingeha hêza xwe, vîna xwe bi pîvana rêveberiya cewherî gihaştiye asta afirandina çareseriyê, hat kirin. Di danezanê de hat destnîşankirin ku rewşa pevçûnî ya hêzên hegemonîk li ser bingeha pêşengiya sîstemê de afirandine, bûye şerekî cîhanê.

Hat diyarkirin ku têkoşîna ji nû ve diyarkirina sîstemê, ku di sala 1990 de bi Şerê Kendavê ve destpê kir û di roja îro de li cografya Rojhilata Navîn giran bûye, ji ber ku ji bo gelan ne xwedî rêgehekê ye, rê li ber rûxîneriyekê vekiriye. Di danezana encamê ragihandin ku şerê heyî yê li Sûriye û Rojava tê meşandin, têkoşîna hêzên cîhanê yên ji bo xurtkirina pêşengiya xwe ye û hat gotin, "Konferansa me ev hemû rewş nirxandiye û destnîşankiriye ku têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin, bi perspektîfa xwe ya avakirina jiyana hevpar a li ser bingeha neteweya demokratîk, ji her demê bêtir xwedî derfetên serketinê ye."

Di dewama danezanê de destnîşankirin ku şerê li Bakurê Kurdistanê tê meşandin û serketinên gelê Kurd, bi daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newrozê de kirî re, xwe sipartiye yekitiya azad a gelan û bingeha çareseriya demokratîk û hat gotin, ku ev nêzîkatî ji bo avakirin û pêşengiya sîstemê, alternatîfên cidî pêşkêşî gelan dike.

Danezana encamê ragihand, ku li pêşberî vê dewleta Tirk berpirsyariyên xwe bicih neaniye, di ser de êrîşî destketiyên gelê Kurd ên li Rojava kiriye û bi şerekî qirêj ê çeteyan, hebûna jiyanê ya gelê Kurd kiriye hedef. Di danezanê de hat ragihandin ku perspektîfeke teng-desthilatdar nêzîkatî li pêvajoyê hatiye nîşandan û hewl hatiye dayîn bingeha her şêweyên şer li Kurdistanê bê danîn.

Danezana encamê ya 4. Konferansa YJA'yê da xuyakirin ku nêzîkatiya dewleta Tirk a li gelên herêmê bi taybetî jî li gelê Kurd, pirsgirêkên heyî girantir dike û destnîşan kir ku bi Îslama Serwer a li Rojhilata Navîn re hîn bêtir perçebûnê çê dike û rêyên ji bo herêm bikeve bin kontrola hêzên hegemonîk, vedike. Di danezana encamê de hat gotin, "Dewleta Tirk bi helwesta xwe ya bêberpirsyar, faşîzan û dijminahiya gelan re, çareseriya demokratîk a jiyana hevpar xetimandiye. Konferansa me ev hemû rewş nirxandiye û gihaştiye biryardariyeke girîng."

Hin ji biryarên di konferansê de hatine wergirtin wiha ne:

"Jiyan, tenduristî û azadiya Rêber Apo rewşeke jêneveger a gelê me û jinan e. Li ser vê bingehê konferansa me kar û barên heta niha nehatinekirin rexnedayîna wan kiriye û azadiya Rêber Apo weke armanca sereke destnîşan kiriye. Ji bo pêkanîna vê jî konferansa me tespît kiriye ku divê avabûna demokratîk xwe bispêre vîna xweser û diyar kiriye ku azadkirina Rêber Apo bi pêkanîna sîstema Rêber Apo dibe. Ji ber vê yekê, divê li her qadên xwe em bi nêzîkatiyeke pêngavî, vîna gel birêxistin bikin û vê veguherînin sîstemekê. Ji bo pêşeroja gel û jinan a li her qadê, divê perspektîfa jiyana azad li hemû qadan veguhere sîstemekê, li ser vê bingehê avakirina sîstemê weke wezîfeya bingehîn pejirandiye.

Ji ber ku avabûna sîstemê xwe dispêre hebûneya nasnameyî ya gelan û perspekîfa jiyana hevpar, mejiyê neteweya demokratîk û rêxistinbûyîna wê, palpiştiya vê ye. Li gorî vê yekê, divê li hemberî xet û sekna dewletparêz-noker-rêwiyê xeta navîn têkoşîn were dayîn û sîstemek xwe dspêre mejiyê neteweya demokratîk û pîvana rêveberiya xweser bê avakirin."

Di danezana encamê de têkoşîna bi zayendîperestiyê re hat destnîşankirin. Di danezanê de hat gotin, "Her çend di warê siyasî de pêşketin çê bibe jî ji bo kesayetiya azadîperest pêwistî bi têkoşîneke xurtir heye" û wiha hat gotin:

"Konferansa me tespît kir ku neteweya demokratîk bi tenê li ser bingeha pêşketina nasnameya azad dikare derkeve holê û destnîşan kir ku asta azadiya civakê pêwendiya xwe bi asta azadiya jinê heye. Konferansa me rêje û asta veguherîna civakî nirxandiye. Li gorî vê yekê konferansa me diyar kiriye ku zayendîperestiya civakî ya xwe dispêre modernîteya kapîtalîst bi bandor e, li ser vê bingehê herçend pêşketine siyasî hebe jî pêşketina azadîperestî nîne û destnîşan kiriye, ku ji bo pêkhatina vê jî têkoşîneke xurtir a bi zayendîperestiya civakî divê. Di warê siyasî de çiqas pêşketin hebin jî, eger di warê kesayetiya azadîperest de pêşketin nebe, ti sîstem nikare xwe mayînde û temendirêj bike. Ji ber vê yekê, polîtîkayeke rêxistinbûyînê ya veguherîn û hîn radîkal weke biryar hatiye destnîşankirin. Li gorî vê yekê, polîtîkaya me ya heta niha meşandiye, herçend pêşketin derxistibe holê jî kêm maye, lewma biryar hatiye dayîn ku polîtîkayeke li ser bingeha pêşxistina kesayetiyê were meşandin, da ku hemû nêzîkatiyên paşverû ji holê bên rakirin. Ji her demê bêtir pêwistî bi bicihanîna perspektîfa 'Mirovê azad, civaka azad, pêşeroja' azad heye.'"

YJA di biryar da hîn bêtir pêwendî ji ciwan û zarokan re bê dayîn û kesayetiya azad bispêre wan.

Di danezana encamê de her wiha bal hat kişandin ser encamên siyasîkirina Îslam û baweriyê û hat gotin, "Konferansa me ya ku bawerî weke sekna exlaqî ya civakê nirxandiye, bal kişandiye ser girîngiya jîndarkirin û parastina hemû baweriyan. Siyasîkirina bawerî û Îslama Serwer a ku modernîteya kapîtalîst veguherandiye navgîna şer, xetere ye. Ev yek tê wateya têkbirina exlaqa civakî. Li ser vê bingehê biryar hatiye dayîn, ji bo bawerî li her qadên me li gorî cewhera xwe ya civakî were jiyîn û nêzîkat û seknên berevajîkirinê ji holê bê rakirin, bi giyana seferberiyê têkoşîn were dayîn.

Pêkanîna van hemûyan, bi mayîndekirin û parastina nirxên azadiyê yên jin û gelan dibe. Li gorî vê yekê, pêwistî bi pîvana parastina cewherî heye ku mafekî gerdûnî ye."