YJA Star: Em ê têkoşîna Bêrîtan Hîlal bi ser bixînin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di şexsê Bêrîtan Hîlal de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî.

Hatibû ragihandin, ku Bêrîtan Hîlal di êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk de roja 24'ê Mijdara 2016'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ketibû. Fermandariya YJA Starê diyar kir, ku ji ber şert û mercên şer agahiya li ser şehadeta Hîlal bi derengî hatiye eşkerekirin û ji ber vê yekê lêborîn û sersaxî ji malbata Hîlal xwest.

Di daxuyaniya Fermandariya YJA Starê de wiha tê gotin:

"Şehîdên me yên leheng, ku bi di nava têkoşîna azadiyê de nirxên mezin afirandine, ji bo serketina vê têkoşînê canê xwe kirine sîper. Hem bi tevlîbûna xwe ya li nava refên têkoşînê, hem jî bi şehadeta xwe, têkoşîna me ya azadiyê bi gaveke din ber bi serketinê ve birine. Yek ji van hevrêyan jî hevrêya me Bêrîtan Hîlal e. Hevrê Bêrîtan, weke ewladeke gelê me yê Botanê, ku li dijî zilm û faşîzma dijmin her tim bi pêşengiya welatparêzî û berxwedanê rabûye, li Mexmûrê ji dayik bû û li vê derê tevlî nava tevgera azadiyê bû. Hevrê Bêrîtan di nava têkoşînê de xwe zû bi pêş xist û bi dilsoziya xwe ya bi jiyanê, hezkirina xwe ya hevrêtiyê û daxwaza xwe ya pêşketinê re di nava hevalên xwe de gelekî hate hezkirin û bû cihê rêzdariyê. Hevala me Bêrîtan Hîlal, di êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a faşîst de, ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, roja 24'ê Mijdara 2016'an şehîd bû. Ji ber şert û mercan, şehadeta hevala me bi derengî hate ragihandin, lewma em lêborînê ji malbata xwe ya welatparêz dixwazin.

Di şexsê hevrê Bêrîtan de em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin, ji malbata hevrêya xwe ya welatparêz û hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Hevrêyên me yên leheng meşaleya me ya têkoşîna azadiyê ye ku ti carî venamire. Em soz didin ku em ê ala wan a serketinê dewr bigirin, têkoşîna wan mezin bikin û bi ser bixînin."