YJA STAR’ê şehîdên Dambatê bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê gerîlayên bi navê Jiyan, Nalîn, Dîlan û Berçem ku 25’ê Cotmehê li Dambatê şedî bûne bi bîr anî.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo bîranîna şehîdên Dambatê daxuyaniyek da.

Peyama Fernadariya YJA STAR’ê wiha ye:

25’ê Cotmeha 2017’an yekîneyeke me ya eyaleta Serhedê dema ku diçû ser peywira xwe, kete kemîneke hêzên artêşa Îranê, di şer de heta guleya xwe ya dawî şer kirine û şehîd bûne. Di encama vî şerî de zarên esîl ên gelê me Jiyan, Nalîn, Dîlan, Berçem û du milîsên me yên hêja Mecîst û Seîd şehîd bûne. Ji ber derengketina ji ber sedeme şertên me, em ji malbatên xwe yên welatparêz û gelê xwe lêborînê xwe dixwazin. Em sersaxiyê didine malbatên hevrêyên xwe Jiyan, Nalîn, Dîlan, Berçem û yên hevalên xwe Mecîd û Seît û dibêjin bila serê gelê me sax be.

Berxwedaniya me ya gerîla weke her demê 2017’an jî bi derbên giran ên ku li artêşa Tirk xistî careke dî têkneçûyina xwe nîşan daye. Eyaleta me ya Serhedê jî di nav vê berxwedanê de bi performansa xwe ya karîger û çalak di dilê dijmin de buye tirs û xofeke mezin û ev rastî ji hêla dost û dijminan ve hatiye dîtin. Li eyaleta me ya Serhedê hevalên Jiyan û Nalîn bi asta pêşeng rabûne û fermandarî kiriye.

Heval jiyan ku di fermandariya YJA Starê ya eyaleta me ya Serhedê de cih digirt, ji sala 2000’î ku tevlî têkoşînê bûyî heta kêliya ku şehîd bûyî jî, li Qadên Parastinê yên Medyaye û Bakur bi rengekî geş xwe cihê xwe girtiye. Li gelek qadan xebitiye. Hevala me Jiyan li hemû qadan û li hemû peywiran bi şêwaz û giyaneke fedaî derketiye pêş. Bi xisletê xwe yê dilnizm, kedkar û fedekarî bûye mînaka hevrêtî û fermandariyê. Li eyaleta Serhedê bi îdîa û israra pêşengiyeke xurt bûye û bi firazeya xwe ev bi rengekî serfiraz nîşan daye. Bi zanebûn, ceribandin û şêwaza xwe ya karîger a fermandariyê li hemû qadên ku lê heye rê li ber pêşveçûnê vekiriye.

Heval Nalîn 2006’an ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nav refên azadiyê bûye. Li Qadên Parastinê yên Medyayê peywir kiriye. Her wiha di êrîşên DAÎŞ’ê de, yên bi Mexmûr-Kerkûkê de di nav komên pêşî yê berxwedanê de bûye û bi risteke çalak rabûye. Bi daxwaz û îdîa û israra hemû beşên Kurdistanê nas bike çûye eyaleta Serhedê. Heval Nalîn bi xwe re kûrahiya welatparêziyê, zelalî û serkeftina milîtanî û fermandariyê nîşan daye. Li hemû deverên ku lê bûye, yên qadên têkoşînê, bi zû pêşketina xwe, bi ked, îdîaya pêşengiyê, bi coşî û biryardariya xwe cihekî kûr di dilê hevrêyên xwe de çêkiriye.

Heval Dîlan Serhat û Berçem Zîlan, du keçên dilêr ên ji Wanê bûne û ji eyaleta Serhedê tevlî bûbûn. Li dijî faşîzma ku dijmin li ser jinên Kurd û gelê Kurd dike, bi bêtirsiya giyanê azadiyê û têkneçûyinê careke dî tevlêbûna xwe ya nav refan nîşan dane. Herêyên me Dîlan û Berçe li nav têkoşîna azadiyê, li eyalmeta me ya Serhedê zû bi pêş ketine û bi nav berxwedanê de bûne xwedî rol. Bi hêlên xwe yên kedar û fedekar û giyanê fedaî bûne pêşeng.

Em sond dixwin ku bîranînên hevrêyên xwe Jiyan, Nalîn, Dîlan, Berçem û milîsên xwe yên hêja Mecîd û Seîd, 2018’an bi Rêbertiya Azad û sala serfirazkirinê bidin jiyîn.