YJA STAR'ê bîlançoya sala 2017'an eşkere kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bîlançoya çalakiyên xwe yên sala 2017'an bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, di çalakiyên YJA Starê yên nava salê de 201 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de hate gotin, "Weke tevgera azadiyê me sala 2017’an bi ruhê destanî û têkoşînekê mezin pêşwazî kir. Beriya her tiştê di serî de li hember mîmarê têkoşîna me Rêber APO, gelê me û li hember gerîlayên azadiyê konseptekê mezin yê îmkha û înkar hate meşandin. Her du hikûmetên faşist AKP û MHP bûne yek bi rêya teknîkên destê xwe de û medya, bi argûmanên ji derveyê exlaqê şer bi dirûşmeyên em ê xilas bikin di şerê sala 2017’an de her cure rê û rêbazan bikaranîn."

Fermandariyê bi bîr xist ku bi ti awayî destûra hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nehatiye dain û destnîşan kir ku hikumeta heyî kete nava xwe xapandinê ku wê pêla berxwedana têkoşîna wan bi vê awayî bişkînin. 

Fermandariyê ragihand ku faşîzma AKP û MHP di serî de li Bakurê Kurdistanê, Rojava, Rojhilat û li Başûrê Kurdistanê tevahiya salê serî li lîstikên gelekî qirêj daye û diyar kir ku bi şerê taybet hewl dan berxwedana wan bişikîne, lê ev berxwedan bûye tirsa dilê AKP'ê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke artêşa jinê ya YJA Star em salekê tijî li pişt xwe dihêlin. Ji bo sala nû jî em hê amade, bi îdîa û biyar in. Em soz didin ku em ê bibin milîtan û hevrêyên rast ên Serokatiya xwe û hevrêyên xwe yên pekrewan."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Sala 2017’an di serî de li Îmraliyê, gelê me yê berxwedêr û fedekar, gerîlayên azadiyê di pêşengtiya hevrê Delal û Berçem de ruhê berxwedanê li ser rûpelên dîrokî nivîsandin. Bi bawerî, hêvî û moreleke pir mezin amadekerî ji bo sala 2017’an hate kirin û bi taktîkên nû çalakiyên gelek dewlemend û rengîn hatin kirin. Li hember polîtîkayên neyaran ên xilaskirinê bi gerîlatiya profesyonel û pispor neyar hate tevizandin. Aktîvîteya ku HPG nîşan daye artêşa jinê bi çalakiyên xwe yên xweser performasyoneke mezin şer bi hêz kirine. Di vê çerçoveyê de çalakiyên ku YJA Star di sala 2017’an de lidarxistiye bi vê awayî ne;

BÎLANÇOYA ÇALAKIYÊN YJA STARÊ

Hevrêyên me yên şehîd bûne: 111
Tevlîbûna li nava refên gerîla: 243
7 hevrêyên me yên jin dîl hatin girtin

Çalakiyên xweser: 98
201 leşkerên Tirk hatine kuştin
43 leşkerên Tirk hatine birîndarkirin
7 maşîneyên bi zirx hatine îmha kirin
Derb li 7 maşîneyên zirx hate xistin."