YJA Star: Bêrîtanê bingehê artêşbûyîna jinê danî
YJA Star: Bêrîtanê bingehê artêşbûyîna jinê danî
YJA Star: Bêrîtanê bingehê artêşbûyîna jinê danî
Fermandiriya Biryargeha YJA Starê di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de hemû jinên şoreşger ên di meha Cotmehê de di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de gihiştine şehadetê bi bîr anî. Fermandiriya Biryargeha YJA Starê da zanîn ku, di heman demê de di meha cotmehê de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Komploya Navneteweyî jî pêk hatiye û wiha got: “Civaka Kurd ji destpêka mirovatiyê ve heta niha li vê erdnîgariyê şahidiya şaristaniyan û dîroka serdestiyê yê kiriye. Gelê Kurd heta niha li dijî dagirkeran têkoşînek bêhempa daye û gelek şehîdên vê civakê çêbûne. Di nava vê têkoşînê de gelek jinên leheng şehîd ketine. Ji van jinên leheng yek jî Bêrîtan e.”
YJA Starê diyar kir ku, meha cotmehê di dîroka vê berxwedanê de wateyek girîng îfade dike û wiha dom kir: “Ji aliyekî ve di meha cotmehê de li dijî Rêber Apo Komploya Navneteweyî pêk hatiye. Sîstema Îmraliyê bêtehemuliya li dijî têkoşîna radîkal ya Rêbertiyê ku ji bo jinan daye ye. Rêbertî jin û gel ji pergala serdest rizgar kiriye, ji ber wê jî sîstema Îmraliyê bêtehemûliya li dijî Rêbertiyê ye. Meha cotmehê ji bo rêhevalên me yên şehîd di riya Azadiya Tevgera Kurd de bi fedakarî nêzbûna wan e. Di nava sembola şehîdên meha cotmehê de Bêrîtan jî heye. Navê Bêrîtan li dijî hêzên tevkariya îxanetê ye. Bêrîtan di ferqa pîrozbahiyê jina xwedawend de bû û xwedî li nirxên jina xweda wend derketibû.”
YJA Starê bi bîr xist ku, Bêrîtan di têkoşîna azadiya Rêberê Gelê Kurd de mirovatiyê qezenc kiriye û bûye berdewama qîrîna Besê û Zarîfeyan û wiha berdewam kir: “Bêrîtan li ser Koka xwe bûye sembola azadiyê. Bêrîtan tu car teslîmê sîstemên hegomonîk.” YJA Starê diyar kir ku Bêrîtan bi sekna xwe û şerê xwe bû afrênera fermandara leşkeriya jinê û wiha hat gotin: “ Ew sembola rihê berxwedêr yê ku ezameta çiyayan bi ezametir dike. Ew bo bîrdariya serîhildan, serhildan û esîlbûyînê. Bu nejibîrkirina xwezaya jiyanê di fikra her jinek Kurd de. Jiyan û mirin li gorî girîngiya wê girt dest, jê girtina zemanê paqîj yê mirinê û îfadeya rihê azadiyê ye.” YJA Star destnîşan kir ku dema ku li hemberî paşketin, desthiladarî û azadiya dema hat gotin ‘Na’ wê demê di hizura Bêrîtanê de silav tê dayîn û ev tişt hat gotin: “Dema ku em li hemberî hemû paşverûtiyan sekinîn û dema ku em deng didin dengê banga azadiyê wê demê em dengê azadiya Bêrîtanê dibîhîsin. Dema em li hemberî şerê îxanet, teslîmbûn û sîstemê rawestan, wê demê em bi coşek mezin di riya Bêrîtanê de ne.”
Daxuyaniya YJA Starê de wiha tê gotin: “Me xwe daye dozek bi bawer û em bi coş vê jiyan dikin. Em bivê hêzê nêzî jiyanê dibin. Ger ku em şerê jiyanê jiyan dikin wê demê tê wateya ku helbesta azadiyê ya Bêrîtanê yek jî em lê zêde dikin.” Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku: “ Serfiraziya kurdan wekî lêdana dil li van çiyayan lêdide, mezin dibe, hêvî û baweriya wan zêdetir dibe. Em jinên Kurd bi çanda xweya berxwedêr û serhildêr ku bû zimanê Bêrîtanan bivê dengê re dijîn. Barîtan ji pirsa çawa şerkirin û jiyînê re bersiveke şênbere. Emê heya dawiyê têkoşîna wê bilind bikin.”
YJA Star wiha got: “Artêşa me YJA Star ku bi berxwedana hevala Bêrîtan hat afirandin îro bi têkoşîna jiyana azad bi şopdarên vê berxwedanê îdaya xwe mezin dike. YJA Star bi bedelên pir mezin, bi berxwedanek bêhempa, kevneşopiya Bêrîtanê ji xwe re esas girtiye. Amade ye ku ji vê pêvajoya ku Rêbertiya me daye destpêkirin re bibe bersiv û tişta ku tê xwestin pêk bîne. Em ê di xeta fedayî ya Bêrîtanê de bi meşa xwe berdewam bikin. Ji bo azadiya gelê Kurd û jinên Kurd em ê şopdarên xeta Bêrîtanê bin.” Herî dawî YJA Starê soza xweya bilindkirina têkoşîna sembolên fedayî yên yên wekî Rojîn Gewda, Çîçek Kiçî, Rûken Bîngol, Revan, Arjîn Garzan, Binevş Yezîdî, Nêrgiz Cizîr dubare kir.