YJA Star: 15’ê Sibatê êrîşeke bi ser destkeftiyên Kurdan de ye

YJA Star: Komploya 15’ê Sibatê êrîşeke li ser paradîgmaya azadiyê ya Rêbertiya me, ji bo vê jî êrîşeke li ser gelê Kurd û hemû destkeftiyên gelê Kurd e.

Fermandariya YJA Starê di sala 20’an a Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê de bi daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’Komploya 15’ê Sibatê êrîşeke li ser paradîgmaya azadiyê ya Rêbertiya me, ji bo vê jî êrîşeke li ser gelê Kurd û hemû destkeftiyên gelê Kurd e.’’

 ‘KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ ÊRÎŞA LI SER PARADÎGMAYA RÊBERTIYA ME YE’

Fermandariya Giştî ya YJA Starê hêzên ku di nav Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê de cih girtin şermezar kir û got, ‘Dive hemû hêzên komploger zanibin ku tola vê komployê wê were hilanîn’.

YJA Starê diyar kir ku ew di şexsê hevrêyên xwe Bervar, Şaristan, Binevş, Halît Ora, Berzan Ozturk, Dîlan, Kurdê, Rotînda û Tayhan de hemû şehîdên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ jiyna xwe ji dest dane bi hurmet û minet bi bîr tînin.

YJA Starê bi berdwamî got, ‘’Em li ber Rêbertiya xwe şehîdên xwe û gelê xwe sond dixwin ku komployê parçe bikin, heta ku azadiya fizîkî ya Rêbertiyê pêk bînin têkoşînê geş û gur bikin.’’

YJA Starê bal kişande ser hedefa Komploya 15’ê Sibatê û got, ‘’Komploya 15’ê Sibatê êrîşeke bi ser paradîgmaya azadiyê ya Rêbertiya me, ji bo vê jî êrîşeke li dijî hemû gelê Kurd û destkeftinê gelê me ye. Paradîgmaya me ya azadiyê şîfreyên şaristaniya serdest û bilindciha wê modernîteya kapîtalîst ji hev xistiye û bi hişmendiya jiyana azad a alternatîf bûye hêviya herî berbiçav a mirovahiyê. Bûye zemîna parçebûna komkujî û qirkirina li ser Kurdan tê ferzkirin, û her wiha li ser zemîna ronkahiya paragîgmaya me bûye rêya derketina ji kaos û krîza Rojhilata Navîn.’’

 ‘ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ ÊRÎŞA BERDEWAM KOMPLOYÊ YE’

YJA Starê bal kişande ser êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê û got, ‘’Êrîşa li ser Efrînê operasyoneke li ser pergala azadiyê ya gelê Kurd e. Pêngaveke li dijî paradîgmaya Rêbertiyê ye û berdewama komploya navnetewî ye. Gelê Rojava her demê bi welatparêziyeke wiha ku her demê dilsozê Rêbertiyê ye û ev dilsoziya wê bi astekene zêde ye tevgeriyaye.  Şoreşa Rojava berbiçavbûna îdeolojiya Rêbertiyê ye ku ji hêla gelê Rojava ve hatiye avakirin. Gelê Rojava ji roja pêşî ya şoreşê ve tim bi hêza ku ji Rêbertî girtî êrîşên li ser şoreşê şikandine û bi ser ketiye ku şoreşê li hemû Bakurê Sûriyê belav bike.’’

SERFIRAZÎ WÊ YA GELÊN BERXWEDÊR BE

Biryardariya têkoşîna me û soza me ye ku em YJA Star Komployê di sala 20’an de ti tarîtiya wê de bifetisînin, esareta li ser Rêbertiya me parçe bikin û azadiya ronak a gelan di pêvajoya pêş de ava bikin. Ev soz pêşî soza li Rêbertiya me û şehîdên me yên fedaî ye ku ji bo ku tarîtiya komployê ronak bikin bedena xwe kirine gilokek ji êgir. Em hêzên YJA Starê bi wê hişmendiyê ne ku her gava ku em ê bi berxwedanê û azadiyê bavêjin wê bibe derbek li komployê. Hêzên komploger li her devera ku êrîşê bi ser Kurdan de tînin wê rastî li berxwedaniya hêzên parastinê û hêza gerîlayên jin werin. Li bara dilsoziya bi Rêbertiyê re ya jinan û li bara azaweriya li azadiyê ya jinan wê ji têkçûn û şikestinê pê ve tiştek nebe para wa. Komploger wê di bêqidoşiya xwe de bifetisin û her demê serfirazî wê ya gelên berxwedêr be.’’