YJŞ: Em êrîşên li Til Ezer û Sîba Şêx Xidir şermezar dikin

Fermandariya Giştî ya YJŞ’ê di salvegera qirkirina Til Ezer û Sîba Şêx Xidir a di sala 2007’an de daxuyaniyek weşand. YJŞ’ê di daxuyaniyê de qirkirin şermezar kir.

Fermandariya Giştî ya YJŞ’ê di salvegera qirkirina Til Ezer û Sîba Şêx Xidir a di sala 2007’an de daxuyaniyek weşand. YJŞ’ê di daxuyaniyê de qirkirin şermezar kir.

Di daxuyaniya YJŞ’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di sala 14’ê Tebaxa 2007’an de; li gundê Şengal yên bi navê Til Ezer û Sîba Şêx Xidir bi 4 qemyonên tijî yê bombe barkirî êrîşeke xayîn li ser gelê Êzidî pêk hat. Di êrîşê de 321 kesan jiyana xwe ji dest dan û 950 kes jî birîndar bûn. Di salvegera vê qetlîamê de em gelê xwe yê Êzidî, yên ku jiyana xwe ji dest dane, bi bîr tînin û em YJŞ dibêjin ku em ê tu caran xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û em ê bibin bersiva hemû fermanan.

Di sala 2007’an de êrîşeke bi plangerî û bi hevkariya hêzên derve bi şewazeke herî kirêt pêk hat. Dema ku ev êrîş pêk hat hêzên di herêmê de qaşo ewlekariya gelê Êzidî dikirin. Lê weke ku mirov ewlehiya xwe radestî celadê xwe bike û xwe bêparastin bihêle. Ger ezmûn ji fermanên ku hatin jiyîn derketiba wê fermana 3’ê Tebaxa 2014’an pêk nehata.

Ji ber ku ev ferman bê bersiv ma cûreta fermaneke din kirin û di 3’ê Tebaxa 2014’an fermaneke din li ser gelê me pêk anîn. Di vê fermana 73’emîn de dema ku PDK reviya, bi pêşdîtina Serokatî re 12 siwariyên ku dest avêtin vê rewşê, her wiha hatina hêzên YPG û  hêzên HPG û YJA-STAR’ê a ji çiyayan, ji gelê me yên Êzidî re bû rizgariya dîrokî ku gel bikaribe êdî parastîna xwe bi xwe pêk bîne.

Ev zanistîya jinên Êzidî yên ku bi fikrê Rêber Apo xwe ji nû ve avakirin, bû sedem ku fermana Til Ezer, Siba Şêx Xidir bistînin; jinên Êzidî xwe kirin mertal û li hemberî êrîşên xiyanetê bi rêxistinî bûn bersiv. Her wekî din di 17’ê Adarê de bi pêşengiya jinên Êzidî rabûna li dijî xiyanetê ya gelê Êzidî û divê rêkê de şehadeta bi lehengî ya Nazê Nayif ji bona me bû soz û peymana berdevamkirina vê dozê.

Em jinên Êzidî dibejin hetanî ku YJŞ hebe wê tu caran lîstokên dijmin yên hêzên dagirker encamê negire û jinên Êzidî êdî tu caran serî netewînin.

Bi vê re keda tevahî jinên ku hatine qetilkirin, jinên Êzidî ku şer kirin û bi rihekî fedaî şehîd ketin, em sozê didin wan ku em ê bi bîranînan wan pengavên nû biavêjin û em ê kevneşopiya berxwedaniyê bi serkeftinê tacîdar bikin.”