YPS-JIN ji bo bîranîna Kasim Engîn çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî ya YPS-JIN'ê ji bo bîranîna Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kasim Engîn ku şehîd bûyî rêzeçalakî kir.

Yekîneya Tolhildanê ragihand endamên yekîneyên  wan li Amed, Şirnex, Riha û Stenbolê ji bo bîranîna Kasim Engîn çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de derbarê çalakiyan  hate gotin,''Endamên me 9'ê Hezîranê bi şev li Başakşehîrê ya Stenbolê li dijî du wesayitên li lojmonên polîsan bi bombeyan detan çêkirî çalakiyeke sabotajê kirin. Her du wesayît jî pêtî û alav ji wan çû, di şewatê de 5 wesayit şewitîn.''

Bi berdewamî hate gotin diyar nebûye bê ka di çalakiya sabotajê de çend polîs mirine û birîndar bûne û her wiha demeke dirêj ji lojmanên polîsan alav û pêt bilind bûne, bi dehan wesayitên zirxî û tîmên taybet hatine cihê bûyerê.''

YPS-JIN her wiha got yekîneyên wan 5'ê Hezîranê li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li dijî 2 wesayitên zirxî yên Ural û 1 Kobra yên li ber Dibistana Sereke ya Turgut  Ozal bi bombeyan destan, ên karîger çalakî kirine, di encama çalakiyê de çend polîs û mirine û çend birîndar bûne diyar nebûye, polîsên dagirer piştî çalakiyê reviyane û heta derengiya şevê tax hatiye dorpêçkirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî di daxuyaniya xwe de ragihand ku yekîneyên wan 9'ê Hezîranê saet 02.30'an li dehma Mişûle ya taxa Dîcle ya Şirnexê li dijî wesayiteke zirxî ya polîsên Tirk, dema dewriyê bi molotofan çalakî kirine û di çalakiyê de wesayita zirxî şewitiye.

Yekîneyê diyar kir 8'ê Hezîranê li navçeya Eyûpsûltan a Stenbolê, li Gokturkê li dijî tesîsa faşîstên MHP'î çalakiyek kirne û tesîs nema dikare were bikaranîn, 8'ê Hezîranê li Bogazkoy a Stenbolê jî çewliekek faşîstên AKP-MHP'yî hatiye şewitandin.

Yekîneya Tolhildanê ya YPS-JIN'ê her wiha yekîneyên wan ji bo bersivê bidin şewitandina zeviyên gênim ên Rojava ku bi destê dewleta Tirk dişewitînin, li taxa Gerçekê ya navçeya Siwerekê ya Rihayê zeviya gênim a AKP'yiyan şewitandine, 400 donim zeviyên gênim ên AKP'yiyan şewitîne, 3'yê Hezîranê li Akçakale ya Rihayê jî zeviya gênim a kesên AKP'yî hatiye şewitandin.

'EM Ê TÊKOŞÎNA ENGÎN SERFIRAZ BIKIN'

Yekîneya Tolhildanê her wiha got, ''Em diyar dikin em ê li ser şopa hevrê Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn bimeşin û tolê hilînin. Kasim Engîn di jiyana xwe ya şoreşgerî de, ya ku 35 slan ajot, mîrateyeke mezin ji me re hişt. Em ê li ser xeta hevre Kasim bi biryaradarî bimeşin û têkoşînê serfiraz bikin. Em ê tola Şehîd Kasim Engîn bi hilweşandina rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bistînin. Em jin li her deverê em ê nirxên xwe, xaka xwe, hebûna xwe bi çarçoweya xweparastinê biparêzin. Bi pêşengiya jinan li metropolên Kurdistanê û Tirkiyê li dijî mêtingeriyê, derdorên noker-sîxûran çalakiyên karîger ên tolhildanê li dar bixin.''