Yekane xeyala Dayika Îke ‘aştî’ bû

Dayika Aştiyê ya Geverî Naciye Îke ya 20 salên temenê xwe ji bo aştî û neqetilkirina ciwanan da rehmet kir, yekane xeyala wê ‘berî bimire pêkhatina aştiyê’ bû.

Dayika Aştiyê ya Geverî Naciye Îke (70) berî çend rojan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê dihate dermankirin rehmet kir. Îke a 3 meh bû di beşa lezgîn de dihate dermankirin, demek dirêj bû tedaviya penceşêrê dihate dermankirin. Îke ya li nexweşxaneyê rehmet kir, cenazeyê wê  ji aliyê malbatê ve hate girtin û li Goristana Bajergeh a navçeya Gever a Colemêrgê defin kirin.

Îke ya du zarokên wê di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd bûbûn, nêzîkî 20 salên xwe weke endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê birêve bir. Dayika Îke hem di pêvajoya diyalogê û hem jî di pêvajoya şer de ji bo pêkhatina aştiyê têkoşîn kir. Dayika Îke di dema pêvajoya diyalogê de li konên aştiyê yên li Gever û navçeyan hatibûn danîn û dîsa pêvajoya şer tim li pêş bû.

JI BO MIROV NEMIRIN TIM TÊKOŞÎN KIR

Dayika Îke ya ku tevî ku di nava şer de du zarokên xwe jî winda kiribû, êşa xwe did dil de dijî û ji bo mirov nemirin têkoşîn kir û ji bo aştiyê li qadan nediçû, tim hedefa dewleta Tirk bû. Dayika Îke her gava digot; ‘Aştî’ dewletê diavête ser mala wê, bi dehan carî destgîr kir. Tevî hemû zextên dewletê dayika Îke bi awayekî aktîv tevlî çalakiyên li Kurdistan-Tirkiye û Ewropayê dibû.

‘AŞTIYÊ BÎNIN VÎ WELATÎ’

Dayika Îke tevî temenê xwe û nexweşiya xwe ya giran jî yek xeyala wê hebû ew jî ‘Aştî’ bû. Dayika Îke ya tevlî çalakî û xebatên dibû ev digot: “Ez aştiyê nebînim namirin, eger ez bimirm jî bi teqez aştiyê bînin vî welatî’. Yên ku dayika Îke nas dikir diyar kirin ku dayika Îke aştî nedît, lê ji bo pêkhatina xeyala wê hê zêdetir ked bidin.

Dayika Aştiyê Naciye Îke dema 30’ê Îlona 2019’an şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê ji aliyê qeyûman ve hate desteserkirin di çalakiyên protestoyê û Nobedên Demokrasiyê de li refên pêş bû. Dayika Îke di Nobeda Demokrasiyê de li ser navê Dayikên Aştiyê ya Gever ev got: “Em hatin Geverê, Berxwedana 42 roj in tê kirin silav dikim.

Yên dibêjin em demokratîk in, bila li dijî vê bêmafiyê destê xwe dide destê me. Vîna me ji destê me girtin, me bi vîna xwe bi zehmetiyek mezin qezenç kir. Me êşên giran kişand. Divê demokratên li nava vê civakê destekê bide me. Em xwediyê vê axê ne. Serketinê ji berxwedêran re dixwazim. Aştî ya me ye. Çi bikin bila bikin bi teqez em ê bi ser bikevin.”