Xelata Sakharov ji bo jinên Kurdên Êzidî ne
Xelata Azadiya Ramanan a Sakharovê ku ji hêla Parlamentoya Ewropayê (PE) tê dayîn, radestî jinên Kurdên Êzîdî Lamiya Başar û Nadiya Mûrad hat kirin.
Xelata Azadiya Ramanan a Sakharovê ku ji hêla Parlamentoya Ewropayê (PE) tê dayîn, radestî jinên Kurdên Êzîdî Lamiya Başar û Nadiya Mûrad hat kirin.
Xelata Azadiya Ramanan a Sakharovê ku ji hêla Parlamentoya Ewropayê (PE) ji bo bîranîna zanyarê Sovyetê Andrey Sakharov ji 1988’an ve tê dayîn, bi merasîmeke li Strasboûrgê radestî Başar û Mûrad hat kirin ku ji zilma DAÎŞ’ê rizgar bibûn.
Di merasîmê de jina Kurd a Êzidî Lamiya Başar a 18 salî axivî û got, “ji bo bibim dengê qurbaniyan li vir im” û xwest ku ji bo careke din zilma DAÎŞ’ê bi ser wan de neyê soz bê dayîn.
Lamiya Başar û Nadiya Mûrad ên ku di êrîşa qirkirinê ya çeteyên DAÎŞ’ê de ku 3’yê Tebaxa 2014’an li dijî Şengalê dabûn destpêkirin, dîl hatibûn girtin û di vê sîstema hovîtiyê ya çeteyan de hatibûn kolekirin. Lamiya Başar a ku zêdetirî salek û nîvê di bin zilma çeteyan de ma, Nîsana 2016’an rizgar bû û dûvre ji bo dermankirinê hatibû Elmanyayê.
Nadiya Mûrda a ku bi heman zilmê re hevrû bibû jî di encama destwerdana hêzên Kurd de Mijdara 2014’an ji dest çeteyên DAÎŞ’ê hatibû rizgarkirin. Nadiya Mûrad, herî dawî meha Îlonê wek Qasida Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî hatibû hilbijartin.