Xelata Îbrahîm Ehmed dan YPJ’ê

Xelata nivîskar û siyasetmedarê Kurd ku her sal tê dayin, pêşkêşî şervanên YPJ’ê hate kirin. Xelat sala par dabûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Xelata nivîskar û siyasetmedarê Kurd ku her sal tê dayin, pêşkêşî şervanên YPJ’ê hate kirin. Xelat sala par dabûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.  Li ser navê YPJ’ê Nesrîn Temîr xelata Bile ya Îbrahîm Ehmed wergirt.

Şervana YPJ’ê ku li ser navê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Temir xelat wergirt. Nesrîn ji ber xelatê spasî kir û got: “Di serî de silavên xwe ji Rêber Apo re dişînim. Her wiha silavan ji Mam Celal re dişînim û ji wî re daxwaza tenduristiyê dikim. Ji ber ku em vexwendine spasiya Hêroxan (Hêro Îbrahîm Ehmed) dikim. Careke din birêz Îbrahîm Ehmed bi rêzdarî bi bîr tînim. Miroveke zanî û rewşebîr bû” û bal kişand ser xebatên Ehmed ên ji bo yekitiya neteweyî û got: “Ew ji bo me nirxeke mezin e.”

Nesrîn Temir her wiha bang li jinên cîhanê kir ku piştgirî û destekê bidin têkoşîna şervanên YPJ’ê. 

Hêjayê gotinê ye, xelata rewşembîr û nivîskarê Kurd Îbrahîm Ehmed her sal tê dayin û sala par hêjayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû dîtin.