Xebatkarên jin ên otoparkê yên Amedê

Li Amedê gaveke nû hat avêtin. Li Midûriyeta Karê Otoparkan xebatkarên jin hatin wezîfedarkirin.

Li Amedê gaveke nû hat avêtin. Li Midûriyeta Karê Otoparkan xebatkarên jin hatin wezîfedarkirin. Piştî agahiya girtina xebatkaran hat girtin karê ku divê mêran serlêdan bikira, jinan serî lê da û ji bo rehetiya trafîkê dibin alîkar. Jinan diyar kirin ku destpêkê bi guman bûn lê piştre malbatên wan piştgirî danê û gotin di rewşa ku jin bi xwe bawer bin wê her karî bikin. Midûriyeta Karên Otoparkan a Şardariya Bajarê Mezin a Amedê, ligel wezîfedarên mêr yên li otoparqan, personelên jin jî girtin. Personelên jin yên neçarin di nava rojê de di saetên mesayîyê de li ser piya bin, li cadeyên herî qerebalix ji rehetiya trafîkê re dibin alîkar.

Felek Demîr a li otoparka Deriyê Çiyê peywirdare got dema dest bi kar kirine bi guman bûne û piştre fikra wan guheriye . Leyla Akyol ya dayika 3 zarokan jî got di destpêkê de hevalên wan gotine hun nekarin vî karî bikin û niha jî jê re dibêjin ger ti derkevî emê jî derkevin.

Felek Demîr got yekem car di baskê kar yê mêran de dixebite û got: “Min bo kar serî li Şaredariya Mezin da. Piştre ez wek peywirdara otoparqê girtim. Ez destpêkê bi guman bûm.  Ji ber ku yekem car jinan karekî wisa dikir. Tevahî mêran ev kar dikir. Yekem car jinan di vî baskê kar de xebat dimeşand. Tevî van naqokiyan min dest pê kir. Hemû fikrên min guherîn. Min got divê jin li her qadê hebin. Bila bixwe bawer bin bes e.”

ESNAF KÊFXWEŞIN

Demîr bi lêv kir piştî dest bi kar kirine bertekên erênî girtine û got: “Destpêkê ger piştgirî bo me nehata, emê ji kar derketibana. Lê esnaf gelek baş nêzî me bûn. Welatî, ajokar gelek baş nêzî me bûn.  Vê jî moralê me bilind kir. Em ne tenê wezîfedarên otoparqê, dem bi dem bi refleksa jinê dikevin navbera nîqaşên cidî. Em aliyan didin sekinandin.

Malbata min beriya dest bi kar bikim ji bo min bûn alîkar. Divê jin li her qadê hebin. Li otoparqan jin tinebûn, niha di vê baskê kar de jin hene.  Yekem em hatin û ketin vê qadê. Divê jin li her qadê hebin. Bila bixwe bawer bin bes.  Me kalibên xwe şikandin.  Her tim karê pasîf didan jinan. Me destpêkê şerm kir.”

JINÊN AJOKAR KÊFXWEŞ DIBIN

Demîr diyar kir ku bi taybet jinên ku wan dibînin jî baweriya wan zêde dibe û got: “Jin gelek kêfxweş dibin. Bi taybet jinên ajokar. Me pîroz dikin.  Jinên li vir derbas dibin matmayî dimînin. Pirsan, ji me dipirsin.  Wan rojan jinek ku dayika 4 zarokan bû ji min pirsî; got ti çawa ketiye vî karî. Got ew jî dixwaze vî karî bike. Ez pir kêfxweş bûm. Dema me dibînin baweriya wan zêde dibe. Turîstên tên jî eleqeyek mezin nîşan didin. Ez ji karê xwe kêfxweşim.  Em niha du hevalên jin dixebitin. Lê hedefa me eve ku em vê hejmarê zêde bikin.”

Leyla Akyol jî dayika sê zarokane û diyar kir ku berê karê şêwirmendî û espertiyê kiriye û got: “Min ji qadên ku mêr dixebitîn hez dikir. Beriya ez dest bi kar bikim, 5-6 meh berê ez ji kar derketibûm.  Min serî li şaredariyê da.  Wan jî ev kar pêşniyar kir. Min jî qebûl kir. Li xweşa min çû.  Min destpê kir û ez wisa difikirim ku wê gelek jin li pey min werin. Karê malê bo min ne astenge. Hevserê min jî bertek nîşan neda.  Lê karekî zehmete.  Malbata min piştgirî da min.”

DIGOTIN WÊ JIN NEKARIBIN VÎ KARÎ BIKIN

Akyol da zanîn ku heta niha bertekek neyînî negirtine û got: “Destpêkê hinek hevalan digotin, jin nekarin vî karî bikin. Niha jî dibêjin, ger ti ji kar derkevî emê jî derkevin.  Welatî û ajokar bertekên erênî nîşan didin. Xebata jinan a li vir li xweşa wan diçe. Heta dixwazin zêdetir jin hebin.”

EZ JI KARÊ XWE HEZ DIKIM

Akyol di berdewamiyê de diyar kir ku ev mehek û nîve di vî karî de dixebite û got: “Di hewaya cemidî de hinek ketim zehmetiyê. Dema min nû destpêk kir zehmet bû. Bi alîkariya hevalên xwe min dest bi vî karî kir. Ez ji karê xwe  hez dikim.”
Mehmet Çetîn yê ku ev 4 sale wezîfedarê otoparqê ye jî got ew bi beşdarbûna jinan a vê xebatê kêfxweş bûye û got jin nîvê civakê ye.

...