Xalîde Engîzek: Bi dirûşmeya 'dema azadiyê ye' jin wê qadan bixemilînin

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Xalîde Engîzek 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got, "Jin wê berxwedana xwe di 8’ê Adarê de bi dirûşma 'ji dagirkeriyê re na, dem dema azadiyê ye' hemû qadan bixemilînin û bihejînin."

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Xalîde Engîzek bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF'ê re axivî.

Ji têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê wate û girîngiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê çi ye, jinên Kurd çawa tevlî vê wateyê bûn?

Sedsal di ser pejirandina 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re derbas bû ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate ragihandin. Ev roj ger çiqas ji bo tekoşîna azadiya jinan weke rojek sembolîk salê tenê rojek be jî, di aliye wate de xwedî girîngiyek mezin ya dîrokî ye. Bêguman tekoşîna jinan ji wê rojê dest pê nekirî, koka tekoşîna jinan diçe 5000 sal B.Z, bi qasî temenê pergala desthilatdariya mêrê zalim, temenê tekoşîna azadiya jinê heye. Di vê rêya tekoşînê ya dirêj û bi êş de bi sedhezaran, bi milyonan jin bedel dan, ev bedel çi bi awayekî komî di encama şeran de, bi komkujiyên di nava civakan de hatine kirin, hatine danîn, çi jî jinan bi awakî rêxistinkirî tekoşîn dane û di vê tekoşînê de bedelên giranbiha dane, ev tekoşîn anîne roja me ya îro. Ji bo wê ji berî ez bersiva pirsa we bidim dixwazim tevahî Jinên di vê tekoşînê de jiyana xwe ji dest dane, ji Jinên di kargeha cilan de şewitîne ta Kilara Zetkîn û Rozeyan, ji sê xwîşên Mîrabal ta Leyla Qasiman, Zerîfe û Rindêxanan, ji Besê ta Bêrîtan, Sema û Zîlanan ta Sakîna Cansiz, Fîdan û Leylayan ta Barîn, Arîn Mîrkan û Hevrînan ta Leyla Agirî, Zehra û Hebonan, ji Sema Koçer ta Esmer û Nûcanan ez tevahî şehîdên doza azadiya jinan bibîr tînim, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim, her wiha tevahî jinên di çeperan de şer dikin, bi taybetî Jinên YJA Star ku di şerê dawî li Garê de rola xwe lîstin, Jinên YPJ, YJŞ, HPJ , YPS JIN ên ku rûmeta jinan diparizin, dîsa Jinên di zîndana de li ber xwe didin, Jinên li qadan li ber xwedidin li tevahiya cîhanê silav dikim û cejna 8 Adarê li wan pîroz dikim.

Di derbarê pirsa we de ez dikarim bêjim tekoşîna azadiya jina Kurd em weke berdewama mîrasa tekoşîna Jinên cîhanê dibînin. Bêguman tevgera azadiya jinê ya cîhanê ji bo bidestxistina mafekî herî biçûk tekoşînek mezin dane, bi hemû cûreyên êşkence, zulm û kuştunê re rû bi rû mane. Tevî wê jî tekoşîna azadiya jinê dane ser milê xwe û heya roja îro anîne. Ev mîraseke mezin e û em jî xwe weke berdewama vê mîras dibînin. Heta em xwe weke xetek berxwedanê berdewamiya çanda xwedawenda dayikê ya ji dema Neolitîkê de heya roja îro hatî dibînin, tevgera azadiya jina Kurdistan ya bi PKK’ê re nûjen bûye hemû nirxên azadiya jinê, civakî bûne, li dora jinê ava bûye, di tevgera me de kom bûne û niha em nunertiya van nirxên pîroz dikin. Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê li nirxên tekoşîna jnên cîhanê afirandî pir nirx zêde kirin, di hêla siyasî, civakî, rêxistinî, bîrdozî leşkerî û zanistî de serûbûnek mezin dane jiyîn. Di destpêkê de, beşdarbûna tekoşîna rizgariya netewî paşê jî bi awayekî xweser xwe bi rêxistin kirin, naha jî xwe gihandina asta damezirandina pergala hevjiyana azad, 8’ê Adarê di salê de weke rojek bi tenê ya tekoşîna jinan derxist, hemû roj kirin rojên tekoşîna azadiyê. Heta em dikarin bêjin ku tekoşîna jinan ser hatibû girtin, bêhêvitiyek hebû, jiyana navpergalî çêbûbû. Lêbêle tevgera me ev tekoşîn zindî kir, derxistî asta herî jor. Bi taybetî di roja me ya îro de, piştî Rêber Apo bîrdoziya rizgariya jinê diyarî hemû jinên cîhanê kir, tekoşîna me di her warî de xurt bû. Bi cihgirtina xwe ya di şer de bi taybetî jî şerê li dijî DAÎŞ’ê, hêvî daye hemû Jinên cîhanê. Em Jinên Kurd bi xwebunê 8 Adarê ji rojekê derdixin ji bo azadiya jinan hemû rojan dikin rojên xwe. 

Wate û girîngiye Rêber Apo ji bo jinên Kurd çi ye? Di afirandina nirxên rizgariya jinê de rola Rêber Apo çi ye? Ev nirx çiqas civakî bû, belav bû û di ware civakî de avakirina hişmendiyê çi qasî geş kir?

Rêber Apo ne tenê di di tekoşîna azadiya Jinên Kurd de, ji bo tevahî jinan xwedî rolekî pêşengî ya bîrdozî, felsefî, zanistî û rêxistinî ye. Me Jinên Kurd bi fikir û felsefeya azadiyê xwe nas kir. Me hem bi netewî, hem jî bi jinbûnî bi fikrên Rêber Apo xwe dît, xwe bi rêxistin kir û em têkoşiyan. Rêber Apo di hêla fikir, felsefe û zanistê de, li ser hemû dîroka mirovahî lêkolîn kir, tevahî bîrdozî, teorî û tezên hene, analîz kirin, fikrên xwe bi afirandêrî, derbarê civaknasî, jina azad, ferdê azad, civaka azad de bi paradîgma demokratîk, ekolojik û azadiya jinê danî ber mirovahiyê. Di paradîgma Rêber Apo de hêmanê bingehîn û hêza pêşeng jin e, paradîgma xwe dispêrê azadiya jinê. Rêbertiya me teza Marksîzmê ya rizgariya netewan bi tekoşîna çînayetî dibe û di dewleta sosyalist de şênber dibe, rexne kir, jê bihurî û tezên xwe sipartin toşîna azadiya jinê û rizgariya netewî jî sipart xweseriya demokratîk û netewa demokratîk. Têkiliya jinê bi jiyanê re danî. Di şexsê jinê de li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê, jiyan tine bûye, ji rê derketî, hatibû asteke ku neyê jiyîn, bi teza xwe ya jiyana azad ve, ne jina di bin bandora modernîteya kopîtalîst de, ne jî ya di bin dogmatîzm û radîkaliya olî de ku jin û jiyan xistine bin çarşefên reş yanî bi gîştî destpêkê li hember bê statûbûna jinê rabû. Li şûna wan herdu nîzîkatiyên bîrdozî rêbertiya me xeta ‘Jin jiyan azadî’ danî holê. Tekoşîna azadiya jinê ji ya netew girîngtir pênase kir. Jin netewa herî zêde hatî mîtngeh kirine, ji bo wê jî dibe jin xwe weke netewekê xwe bi rêxistin bikin û tekoşînê bikin. bi van tezên serokatiya xwe me xwe nas kir, zanabûna zayendî bi me re pêş ket, me xwe bi rêxistin kir, bi rengekî rêxistinî me tekoşîna zayendî da. Ji bo wê em jin Rêber Apo weke rêberê xwe yê netewî tenê nabînin. Em weke afirandêrê jiyana azad, pêşnegê azadiya jinê û hevalê xwe yê herî samîmî dibînin. Bêguman va danaheva nirxan ya ku di rêbetiya me de kombûye, kirî malê jin û civakê, di aliyê avakirin û hişîmendî de bandorek mezin çêkirine û guhartinên bingehîn êdî çêdibin. Li Kurdistanê jina Kurd weke milk û namûs dihat dîtin, bê mêr nikarî ji devê derî derbikeve, di her warî de di bin nîrê koletî de bû, hemû zincîr qetandin, xwe ji rewşa milkbûnê derxist heta astekê naha pêşengiya tekoşînê dikin. Êdî ew mêrê jin milk û namûsa xwe didît, di bin fermandariya wê de diçe şer, siyasetê dike. Bê guman ev guhartinek hişmendî ya cidî ye. Bê guman ev asta tekoşîn gîştiyê guhartinek şênber çêkirî, sazîbûna jin xurt bûye, di asta parastina rewa de jin xwe diparize, weke pergala hevserokatî hevjiyana azad derketî pêş. Lê belê tam weke tê xwestin di nava civakê de bi pergal nebûye. Niha jin pêşengiya avakirina jiyana azad dikin. Ev astek girîng e, lê dibe hîn zêdetir tekoşîn bê bilindkirin, bi taybetî jî ji bo azadiya fîzikî ya Rêber Apo bê kirin. Ji ber em azadiya xwe û azadiya Kurdistanê di azadiya rêberê xwe de dibînin.

Li rojavayê Kurdistanê û Bakur û rojhilatê Sûrî şoreşeke mezin a ku bû hêviya hemû cîhane pêşket. Di vê şoreşê de mezin bûn ev bû ku jin ji şoreşê re pêşengî kiribû. Niha, di avakirina pergala xweseriya demokratik de rola jinan di çi astê de ye, guhartinên çawa çêbûn? Têkoşîna azadiya jinê di sala 2020’ande geş bû, hemû rojhilata navîn belav bû, gerdûnî bû. Bi taybet jinên Kurd û Ereb li Rêber Apo xwedî derketin. Ev yek ji ji bo Rojhilata Navîn hêviyê jiyana azad geştir kir?

Rast e, şoreşa rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinê geş bû. Di demekê de ku li Rojhilata Navîn şoreşên gelan rabûn û piranî van şoreşan jî di pêşengiya jin û ciwana de pêkhatin, paşê ev şoreş ji xeta wan ya şoreşgerî hatin derxistin, şoreşa dijber ket êrîşê. Hêzên hegemonîk ên cîhanê siyaseta bikaranîna şoreşên gelan ên di bin navê bihara Erebî de rabûn da meşandin. Ji bo li gora berjewndiyên xwe dîzeyna Rojhilata Navîn çêbikin tevahî welatên Ereb ku lê şoreş darketin dest li wan werdan, gelan bi hêza xwe ya şoreşgerî rêjîmên dîktaor hilweşandin, lê hêzên hegemonîk şoreşa gelan berteref kirin û hukumetên hevkarên xwe li wan welatan anîn ser kar. Bi vê awayî herêma Rojhlata Navîn ya ku bibû bihara gelan bûn golên xwînê, tarîtî li ser hat sepandin. Nakokiyên mezhebî, etnîkî û siyasî kûr kirin, hêzên şoreşger kişandin xeta tund ji bo berjewendiyên xwe bi wekalet dan bi şer kirin. Bi derketina hêza DAÎŞ û Nûsra re ku rêbertiya me weke gemara pergala modernîta kapîtalîst pênase kiribû, bi rê ya şidetê, serjêkirin, bi saxî şewitandin û di avê de fetisandinê ve tirs û xof xistin dilê her kesî û guhartinên siyasî ên li herêmê kişandin xala wan dixwest. Di demek waha ku di bin navê bawerî, mezheb û etnîk de gelan hevdu qirdikirin, hevdu serjêdikirin de, di nava gola xwînê de, di nava sutiryan de gulên rengîn vebûn. Li Rojavayê Kurdistanê bi siyaseta xeta 3’yan berê şoreşa Kurdistanê hat diyarkirin û êdî pêşengtiya şoreşa Rojhilata Navîn bibû para gel û jinên Kurd. Xeta 3’ya xeta netewa demokratîk e, li ser esasê xwîşk û biratiya gelan welatê hevbeş û jiyana hevbeş, ya xwe dispêre pergala demokratîk hat esasgirtin. Bê guman di pêşengtiya vê tekoşînê de jinan cih girt. Jin hem di şerê li dijî herêmê yê ji her warî de pêşket bi awakî fedayî cih girt. Di vî şerî de destanên lehengî û Egîdî afirandin. Di kesayeta rêheval Arîn Mîrka, Rêvana Kobanê, Barîn Kobanê, Avêsta Xabûr, Amara Kobanê, Nalîn û Şevînan de jinên Kurd mohra xwe li dîroka mirovahiyê ya hemdem dan. Ji her kesî re îspat kirin ku jin xwedî wê hêzêye ku dikare qedara gelan biguhere. Dîsa çawa di şerê parastina welat û rûmetê de cih girtin di nava siyaseta demokratîk, mekanîzmaya biryarê û bi pergala hevserokatî hevjiyana azad, beşdarî hemû qadên jiyanê bûn û mohra xwe li diyarkirina siyasetê û avakirina pergalê dan. Niha li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilat Bakurê Suryê pergala xweserya demokratîk û netewa demokratîk tê avakirin. Hem şema wê hem jî di zihniyeta wê avakirinê de jin pêşengî dikin. Jin hem bi awakî xweser bûye xwediyê pergala xwe barastin û xwe bi rêvebirinê, biryar di derbarê xwe de girtinê, hem jî di nava pergala gîştî de bi şêwazê beşdarbûn û temslîmiyeta wekhev yanê hevserokatî beşdar dibe. Jin hem di hemû mekanîzmayê rêveberiya xweser ya rojhilat û bakurê Sûryê de cih digrê, hem jî bi awakî xweser bûye xwedî pergal. Bê guman niha şemaya vê pergalê li ser esasê jiyana komînal hatiye avakirin. Lê di mijara guhartina hişmendî de weke tê xwestin nehatiye derbaskirin. Bi hezaran sal in ye li ser hîmê netewdewlet û zayendperestî hişmendiya vê civakê hatî hunandin. Di nava çend salan de ne gengaze bi gîştî were guhartîn. Lê mirov dikare bêje ku gelên li herêmê ji vê yekê re vekirî ne, mesafetek baş qet kirin. Ji ber hîn jî bandora nirxên dema Neolîtîkê ên civaka politîk û exlaqî li ser gelên li herêmê heye, ev jî awantajeke mezin e. Niha li Rojhilat û Bakurê Sûriyê pergalek demokratîk ku hîn li ti devera cîhanê nehatî avakirin tê meşandin. Di nava vê pergalê de jina mesafetek mezin qet kirine, mijara zewaca temenê biçûk, şideta li ser jinê, berdel, qelen zewaca pir jinî hatine qedexekirin. Di rewşên wiha de saziyên jina dikevin dewrê, ji xwe hepeymana civakî ya rêveberiya xweser rê nade ev sûc bê ceza bimînin, hem jî jin bi xwe jî tevgera jin kar dike ku wan kesên sûc kirine bi civakê bide qezenc kirin. Di vî warî de di astek bilind de jin perwerda hişmendî dimeşînê. Vê perwerdê di aliyê hişmendî û civakî de guhartinek mezin di nava civaka Kurd Ereb û Suryana de da avakirin. Bîrdoziya rizgariya jin ya ku Rêber Apo diyarî hemû Jinên cîhanê kir û Jinên Kurd bi tekoşîna xwe pêşengiya wê kir, li ser Jinên ji gelên din bi taybetî jî Jinên Ereb bandorek mezin çêkir. Dema cara yekem jinên Ereb ji bin nîrê desthilatdariya DAÎŞ derketin û çarşefên reş ji ser çavên xwe avêtin, bi sere xwe şoreşek mezin bu. Bêguman jina Ereb bi çand, li xwekirin û jiyana xwe heya dawî xwezayî ye, hîn jî bandora çanda bedewî didin jiyankirin. Ev çanda xwezayî zemînekî bingehîn e ji bo demokrasiyê. Ji bo wê Jinên Ereb tavilê xwe di vê pergalê dîtin û beşdar bûn. Di bingeh de ew nêzîkatî û dîtina orayntalîst ji jin û gele Ereb re serûbinê hevdu kirin. Bi şoreşê re diyar bu ku cewherê jina Ereb yê xwezayî bi zanebuna şoreşê re bûye yek, ket ferqa hêza xwe ya di bin qalibên feodalîzma olî û milyetgirya xwedispêrê xanadanya sulalê hatî nuxumandin. Dema ev yek ferq kir tavilê dest bi tekoşînê kir. Ji destpêka şoreşê de bi dehan jinên ciwan beşdarî şoreşê bûn di şer de cih girtin û şehîd ketin. Piştî bajarên bi giranî Erebin ji bin zulma DAÎŞ rizgar bûn. Di avakirina pergala xwebirêvebirinê de cih girtin û pêşengî kirin. Di bin pêşengiya Partiya Sûrya Pêşerojê û MSD de di pêşengiya rêheval Hevrîn Xelef de bi hezara Jinên Ereb beşdarî tekoşîna siyasî û hemû qadên din ên jiyanê bûn. Dayikên Ereb ên bi temen cenazê zarokên xwe ên şehîd ku di bin ala QSD de şehîd ketin bi tilîlyan hemêz kirin. Herî dawî di kesayeta herdu jinên pêşeng Seda û Hindê sekin û pêlengiya jina Ereb bi awakî ber biçav diyar bû. Bi rastî jî diyar bû ku ev şoreş ji her kesî bêtir ji jina Ereb re pêwîste, ev jin mîna cewhrikî di bin kevneperestî de hatî tepisandin. Çawa destewerdan li kevneperestî, feodalîzmê û desthilatadariya mêr hat kirin, ew cewher mîna tîrêjên rojê çûrisî. Mîna gula berfînê di nava seqema berfê de bi îsrar serî hilda, xemla xwe nîşanî rûyê erdê da. Niha jina Ereb di avakirina jiyana komînal ya demokratîk de pêşengî dike. Êdî jina Ereb hemû kevneşopî, jiyana jê re hatî diyarkirin, pîvanên jê re hatine belî kirin xistine bin lêpirsînê. Ji kevneperestî û paşverûtiaya hezarê salan hesab dixwaze. Bi vê sekna xwe ya azadîxwez, diyare jina Ereb wê şoreşa civakî di nava civaka Erebe de bilind bike û berê vê civakê bi destê jin careke din wê bikeve jiyana komînal. Wê qedera ji vê civakê re hatî diyarkirin, ya parçe parçe bûye û şerê hevdu dikin, kirine hevkarê pergalê, wê bê guhartîn û ev civak wê bibe hêmana bingehîn ya netewa demokratîk. Bêguman hêzên hegemonîk ên cîhanî ji vê rewşê ne rihete aciz e, dixwaze vê rastiyê wergerînê lehê xwe û ji bo bercewendiyên xwe bi kar bînê. Naha bi şoreşa dijber hewl didin pîvanên lîbralîzma modernîteya kapîtalîst bisepînin ser herêmê. Nihaa şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin êrişek şoreşa dijber de ye. Bi rêya îstixbarat, saziyên alîkariya mirovî, çand û huner û ragihandinê ketine êrîşê û dixwezin nirxên şorşê bikin malê xwe. Bi rê vekirina ji dagirkeriya Tirkiyê re naxwezin gelê Kurd bi gelên herêmê re di bin banê vê pergala demokratîk ku di pêşengiya jinê de pêşketî jiyanî bibe. Herêmên ji milê dagirkeriya Tirk de hatine dagirkirin mina serdema navîn sûc li dijî jinê tên kirin. Di vê wateyê de azadiya jinê, mîna goşt û neynûk bi ya welat û jiyanê ve girêdayî ye. ji bo wê jin di rizgariya demokratîk û jiyana azad de îsrar dikin.

Têkoşîna azadiya jinê ya Kurdistanê, bi jin û mêrê Kurd re guhartinên çawa çêkir? Asta pratikbûyînê û ya hişmendiyê hûn çawa dibînin? Têkoşîna azadiya jina Kurd, di civaka Kurd da guhartinên mezin da avakirin? Îro em ev asta pêşketinê li gor têkoşîna jinên Rojhilata Navîn û ya cîhanê çawa dikarin binirxînin? Hêmanê bingehîn ya netewa demokratik çi qas hatiye şênberkirin, dive çi bê kirin? 

Weke me di pirsa din de jî anî ziman, tekoşîna azadiya jinên Kurd bi jin, mêr û bi gîştî civaka Kurd re guhartinek mezin çêkir. Di bin pêşengiya partiya me PKK’ê de bi ramanên Rêber APO jin û mêrên Kurd xwe bi bîrdoziyê bi çek kirin, bi rêya tekoşîna çînî û zayendî, bi rexene û rexnedanê tekoşîna herî dijwar û ya herî bi nirx li dijî hişmendiya herdu zayendan dan meşandin. Di ti şoreşan de, di ti bîrdoziyên partî û rêxistinan de mîna PKK girîngî nedaye analîzên civakî, rexne û rexnedanê. Ji ber ku eger rastiya civaka Kurdistanê nehatiba analîzkirin, nirxên wê yên civakî, politîk û exlaqî ji yên paşverû û bi lanet nehatibana cudakirin, tiştên xirab nehatibana rexnekirin, ên baş jî nehatibana hembêzkirin, hem me yê bê kokbun ji nirxên xwe qutbun jiyan bikira, yan jî meyê dibin navê nirxên kevin parastinê wê di xwe de nûbûn ava nekiriba. Ji bo wê hîn di destpêka tekoşîna xwe de PKK’ê mijara guhartina sosyolojîk bingeh girt. Di kongra 3’yan ya partiya me PKK’ê de Rêber Apo got; “Ya ku li vir tê analîzkirin, ne kes e civak e, ne kêlî ye dîrok e.” Ji ber ku em weke civak di qirkirinê re derbas bûne. Ev qirkirin hem çandî hem jî fîzîkî ye. Civakên ku ji qirkirinê re derbas dibin, pisîkolojiya wan li gor dijminê wan tê avakirin. Mîna ku aşiqê celadê xwe bibin, ji rastiya xwe dûr dikevin û bi rastiya dijmin ve dibin yek. Ji bo wê ye ku me tekoşîna çînî û zayendî kiriye bingehê hemû tekoşînên xwe. Rêber Apo di paraznameya xwe ya bi navê ‘ji dewletên rahîbên Someran ber bi komara demkoratîk ve’ dibêje “Ji bo ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn guhartinên bingehîn çêbibin, divê şoreşa wîjdan û hişmendî bê avakirin.” Bi rastî jî heya şoreşa wîjdan û hişmendî neyê avakirin, em nikarin ji civaka heyî cuda bibin û guhertinê çêbikin. Li gor vê rastiyê di serî de di milîtanên PKK’ê de guhertinek mezin çêbû. Di nava milîtanên PKK’ê de têkilya di navbera zayendan de li ser esasê hevdu îrade dîtin, ji hevdu re rêzgirtin û hevdu mezin kirinê ye. Me têgîna ‘mêr şer bikin, jin di karê lojistîk, sihiye, cebilxane de kar bike’ derbas kir. Jin mîna mêr di çepera herî pêş de bi ruhê fedayî şer dike, heta mêr jî dikişîne şer. Di qada siyasetê de jina Kurd pir pêş ket û niha jî pêşengiya siyaseta demokratîk dikin. Bi sekin, cesaret, uslûb û xîtabeta xwe li kûderê di axifin li wir bandorek erênî ava dikin. Di qada civakî de jî jina Kurd bi sekna xwe hemû nêrînên civakê ên zayendperest ên di derbarê xwe de guhertin. Teoriya ‘agir û barût nayê gel hev’, ‘bi jinê re dostanî nabe’, ‘jin ji mal derket an wê birevê cem daholjen yan jî zurnejen’, ‘jin bi destên xwe yên bi hevîr tevlî karê mêr nebe’ û ‘cihê ku mêr lê ye siya jina jî nebû’, hemû guhert. Niha tevahî civak di bin pêşengiya jinekê de dikare rabe serhildanê, biçe şer, xwe bi rêxistin û siyasetê bike. Ev astek pir mezine, bêguman tevahî civak û tevahî jin û mêr negihîştine vê astê. Ji bo wan aliyên ku negihîştine vê astê jî tekoşîn dikin; em bawer dikin ev guhertina hişmendî û rêxistinî wê hîn bilindtir bibe.

Ev asta tekoşîna jina Kurd bandora xwe li Jinên Rojhilata Navîn û yên cîhanê jî kiriye. Bêguman berê jî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê tekoşîna azadiya jinê bikin. Lê nekarîn xwe ji sînorên pergalê derxin û tekoşîna xwe di wê astê de bilind bikin. Tekoşîna jina Kurd asta heyî derbaskir, ji bo azadiyê rê û rêbazên nû afirandin û bi xuluqkarî asta heyî bilind kir, her wiha terz û rêbazên nû afirandin. Bi taybetî di mijara xweparastinê de, di mijara bidestxistina maf de û di mijara xwesertî de derket derveyî pergala heyî û tekoşîn da meşandin. Mînak jina Kurd di serî de xwe ji pîvanên malbat, eşîr, qebîle û pergalê ên zayendperestî bi temamî qutkir, derket derveyî malbatê. Ew hemû pîvan red kirin. Bi sekna xwe ya serbixwe tekoşiya Ji bo wê jî civakê ew eciband, pejirand û li pey wê meşiya. Jina Kurd azadiya xwe bidest xist û ji kesî nexwest. Ji ber ku azadî nayê dayîn, tê girtin. Jina Kurd ji bo azadiya xwe bidest bixînê rêbaza saziyên sivîl û bi çalakiyên di çerçoveya zagonan de ji bo xwe bingeh negirt. Rêbaza rêxistina xweser, rêxistina xweparastinê û rêxistina pêşeng û partîbûnê esas girt. Ev rêbazên nû bûn. Dîsa jina Kurd tekoşîna azadiya xwe ji ya civakê qut negirte dest. Got jina azad, civak û mêrê azad e, Kurdistana azad e. Yanî jina Kurd guhertina mêr, perwerdekirina zarokan jî erka xwe dît û şêwazê civakîbûna nû ya li dora jinê da avakirin. Ev hemû rêbazên nû bûn ku bala Jinên Rojhilata Navîn û yên cîhanê kişand û ji bo xwe mînak girtin. Ji çar aliyên cîhanê Jinên ji netewên cuda hatin û beşdarî tekoşîna me bûn. Ronahî Alman, Hêlîn Çerkez, Lêgerîn Arjantînî, Rojbîn Ereb, Ûta Alman, Amara û Rûken Tirk tenê çend mînakên wê ne. Ji bo wê niha li ser esasê tekoşîna hevbeş ya jinan di asta enternasyonal de bilind bûye. Ev jî ji bo me Jinên Kurd cihê şanaziyê ye.

Di sala 2020 an de, yek ji rojevên serekê jî xweparastina jinan bû. Kuştina jinan gihişt asta qirkirinê. Ji bo vê yekê pêngavên xweparastinê hatin destpêkirin. Li gor nêrîna we, xweparastina jinan a kesî û komî çawa bê destgirtin? Wek hêza rêxistinkirî ya xweparastina jinan gerilayên YJA-STAR di vê salê de jî bû xwedî berxwedaniyeke bêhempa. Li gor nêrîna we, rola YJA-STAR ya xweparastinê û ya pêşengiyê çi ye? Bi berxwedana Garê ve giredayî, bi giştî hûn berxwedana YJA-STAR’ê ya li hember faşîzm û desthilatdariya AKP-MHP’ê çawa dinirxinîn? 

Bêguman di sedsala 21’ê de asta şîdeta li ser jinê gihîştiye asta qirkirin û komkujiyê. Ev yek bi awayekî sîstematik tê meşandin. Berê jî pergala desthilatdariya mêr ev wehşet dimeşand, lê ji ber ku rêxistina jinê û tekoşîna wê lewaz bû û ragihandina jinê tinebû, lewma serê hemû bûyeran dihat nixumandin. Niha jî pergala mêr serê kuştin û qirkirinên jinan dinuximînin û weke bûyerên ji rêzê ne destnîşan dikin. Lê belê jin bi tekoşîna xwe ya di her qadê de hem serê bûyeran vedike, hem rûyê pergalê eşkere dike û hem jî xwe diparêze. Bi rastî di vê mijarê de jinan îsal wate sala 2020’an, tekoşîna xwe geş dikin. Li Kurdistan û cîhanê jinan dîwarên saziyên sivîl derbas kirin, tekoşîna xwe geş kirin, bi xwepêşnadanên bi tevlêbûna bi sedhezaran daketin kolanan û ji zalim û dîktatoran hesab xwestin. Ji tekoşîna jinên Kurd îlham girtin, di serî de li Şîlî û piştre jî li hemû welatên Emerîka Latîn, Ewropa û Rojhilata Navîn li her derê jin rabûn ser pêyan û hesab xwestin. Kampaniyayên xweparastinê îlankirin. Êdî jinan fam kirin ku pergala mêr, zagonên mêr û dadgehên mêr wan naparêzin. Berovajî wê ev saziyên pergalê wan dikuje. Ji bo wê ji dewletê parastina jinê xwestin bê wate ye. Êdî wê parastina xwe bi xwe bikin. Xweparastin mafekî rewa yê mirovahiyê ye. Rêbertiya me jî di vê derbarê de wiha dibêje; “Gel û civakên nikarin xwe biparizin, mafê wan yê xwe îfadekirinê jî nîne.” bi rastî jî kengê parastina xwe ji dest da, mafê xwe îfadekirinê jî wenda kir. Ji ber xweparastin bi du rêbazan dibe. Ya yekê ev e ku civakên polîtîk û exlaqî bi sinc an jî exlaqê xwe diparêzin, ji ber ku exlaq wîjdana civakê ya kolektîfe, hemû civak li dora wan nirxan tên gel hevdu. Ya din jî dema civak di aliyê polîtîk û exlaqî de belavbûnê jiyan dikin e, ji bo ku li hemberî belavbûna civakî tebikoşe, xwe bi hêz dikin û xwe diparêzin. Ji ber ku pergala desthilatdariya mêr hemû amûrên ku jin xwe pê bi hêz bike ji destê wê derxistibûn û ew di nava çar dîwaran de dîlgrtibûn, bi vî rengî jinan nekarîn xwe biparêzin û îfade bikin. Niha mijara herî zêde bala jinên cîhanê dikişînê ser xwe, sekna jina Kurd ya xweparastinê ye. Jina Kurd li gorî 5 pîvanên bîrdoziya rizgariya jin xwe bi çek û bi hêz kiriye. Jina Kurd bi zanebûnê, bi xwe birêxsitinkirinê û bi tekoşînê bi çek û bi hêz kiriye. Jin dikare li ser lingên xwe bisekinê û şer bike. Ji bo wê bala jinên cîhanê kişande ser xwe. Di vê wateyê de niha jî gelek jinên cîhanê tên Kurdistanê hem şer dikin û hem jî fêrî şer dibin da ku biçin welatê xwe, xwe û jinan biparêzin. Lê xweparastina mezin ewe ku jin xwe zana bikin, xwe bi rêxistin bikin, xwe ji hemû têghînên pergalê ku wan lewaz dike dûrbixînin û bedena xwe bi hêz bikin. Divê ew statûya mîna bûka Barbî ya ku ji jinê re diyar kirine, ji bo xwe qebûl nekin, bedena xwe perwerde bikin û hem weke kes, hem jî bi awayekî komî xwe biparêzin. Niha li Kurdistanê jin vê yekê dikin, ger hin alî kêm mane jî, di vê yekê de israr dikin. Di mijara xweparastinê de ezmûnek jina Kurd ya gerîla çêbû. Bi artêşbûna jinê re li ser pîvanên Ş.Bêrîtan ku bû xetek, jin di her astê xwe diparêzin. “Ya şer dike ,azad dibe, ya azad dibe xweşik dibe, ya xweşik dibe, tê heskirin.” Yanî xeta YJA-STAR’ê ya artêşbûna jinê, xeta Bêrîtan e. Pîvanên me yên xweşikbûnê û azadiyê di şer re derbas dibin. Bi dehan sale ku hêzên YJA-STAR’ê weke hêza me ya PAJK û PKK’ê yên parastinê ne. Ango hêzên parastina jinan û civakê ne. Di vê warî de rola xwe lîstiye û hê jî dilîze. Di artêşbûna jinê de ruhekî fedayî yê li ser xeta Bêrîtan û Zîlanan pêşketiye û îro li her çar parçeyên Kurdistanê ew ruh xwe derdixe pêş. Rojava sekna YPJ’ê ya Arîn mîrkan û Barînan sekna Zîlan e. Li Rojihilat sekna Madora Ronahî û Şîrîn Elemholî sekna Zîlanan e, li Başûr sekna Viyan Soran sekna Zîlanan e, li her dera Kurd lê jiyan dikin li Ewropa sekna Ronahî û Bêrîvanan li Zînadan sekna Sarayan, hemû isyan li hember desthilatdariya mêr e. Ev ruh, herî dawî di kesayeta rêheval Esmer û Nûcanan de, li Heftenînê û sekna hêzên me yên YJA-STAR’ê ya li Garê xwe nîşan da. Ew berxwedana Garê ku hîmê hikûmeta AKP-MHP’ê hejanad di bin fermandariya YJA-STAR û HPG’ê de pêk hat. Ji bo wê jî bila jinên Kurd û yên cîhanê heya dawiyê bi YJA-STAR û hêzên din ên xweparastinê serbilind bin. Bi wan pesnê xwe bidin û werin tevlî refên hêzên parastina jinê bibin.

Kampanyayên KCK-KJK’ê hatibûn îlankirin û ev demek jî di ser de derbas bû.  We got dem hatiye, êdî divê Rêber Apo azad bibe. Ev dirûşm li hemû Kurdistan û cîhanê deng veda. Niha ev kampanya di kîjan astê de ye? Li hember desthilatdariya qirker ev berxwedan wê bi 8’ê Adarê re çawa berdewam bike? 

Eva demek e tevgera me ya giştî û ya azadiya jinê KCK û KJK’ê kampaniya ‘dem, dema azadiyê ye’ destpêkiriye. Ev durûşm li her çar aliyên cîhanê belav bûye. Êdî ne tenê gel û jinên Kurd, tevahiya raya giştî ya demokratîk, azadîxwaz û şoreşger jî li vê kampanyayê xwedî derdikevin. Di serî de sendîkayên karkeran yên Îngiltereyê, yên Efrîqa, ‘însiyetîfa jin Rojava diparêzin’, ‘însiyetîfa ji Ocalan re azadî’ yên Ewropa û yên Ereb xwedî derketin, em wan sipas dikin, berxwedan û tekoşîn wan silav dikin. Bêguman nirxên baş û xweş ya hemû mirovahiyê ye, ya rast Rêbertiya me bi tezên xwe ya modernîteya demokratîk ku xwe dispêre ekolojî û azadiya jinê bûye nirxê gerdûnî. Ji bo wê hemû raya demokratîk ya cîhanê xwe di ber van nirxan de berpirsyar dibînê. Lê xwedî derdikeve. Xwdîderketina li Rêbertî û tekoşîna jina Kurd rastbûn û mafdariya doza me ye, dîsa xwe di wê tekoşîna Rêbertî de dibînin. Gelo li cîhanê kî wê qala azadî, wekhevî û demokrasiye bike, bê ku rewşa Kurdan di ber çavan re debas bike, bêyî ku rastiya Rêbertiya me bibîne, heya ku komkujiyên li Kurdistanê tên kirin nebînê ew nikarin qala ti tiştî navê wê azadî wekhevaî û demokrasî bikin. Kî bixweze li Rojhilata Navîn siyasetê jî bikê sekna rêbertiya me ya berxwedanê, sekna tevgera me ya berxwedanê û ya siyasî nexin hesabê xwe nikarin siysetê bikin. Ji bo wê hemû hêzên li dijî doza gelê me û jinan li cem dewleta Tikriyê cih digrin û rewabûnê didin zilma li ser Kurdan û dibin şirîkê van komkujiyan. Ji bo wê gel û jinên hemû cîhanê berovajî hukumet û dewletan yanî siyaseta fermî li tekoşîna me xwedî derdikevin. Niha em ber bi roja 8’ê Adarê ve diçin, ev berxwedan di vê rojê de li tevahî Kurdistan û cîhanê wê bigihînê lûtkeyê. Jin wê dakevin qadan û ji pergala zilamsalar hesab bipirsin. Wê hevdu bigrin û wê xwe biparêzin. Ji bo wê divê hemû jin li her qadê hişyar bin. Ji niha de di bin navê pandemî de wê qedexeya derketina derve îlan bikin. Bila jin guh nedin van qedexeyan, dibe hemû zincîran biqetînin, û di asta herî jor de berxwedanê bilind bikin. Ji 8’ê Adarê heya 4’ê Nîsanê her roj bi şêwazên dewlemend çalakiyan li darbixin. Ev mafê rewa yê her kesî/ê ye. Tecrîda Îmralî şikandin, tecrîda li ser xwe şikandin e; divê her kes bizanibe ku heya Rêbertiya me di zîndanê de di tecrîdê de be, em jî li derve di tecrîdê de ne. Tişta Rêbertiya me azad bike, civakek demokratîk û Kurdistanek xweser û azad e. Eger destûra bingehîn a demokratîk li ser hîmê welatê hevbeş û jiyana hevbeş neyê avakirin, wê doza Kurd neyê çareserkirin. Heya mêtingerî hebe, wê şîdet û kuştina jinan her di rojevê de be. Ji bo wê em azadiya Rêber Apo azadiya xwe dibînin. Bi vê zanebûnê jin wê berxwedana xwe di 8’ê Adarê de bi dirûşma ‘ji dagirkeriyê re na, dem dema azadiyê ye’ de hemû qadan bixemilînin û bihejînin. Ji bo wê ji niha ve em 8’ê Adarê li tevahî jinan û gelan bi taybetî jinên di çeperên şer û di zîndanê de ne pîroz dikin, berxwedana jinan silav dikin û di kar û jiyana wan de serkeftinê dixwezin.