Weqfa Jinan a Navneteweyî dibistana Jineolojiyê vekir

Weqfa Jinan a Navneteweyî ( ÎFWF) li ‘Parlamentoya Rojava ya Hollandayê’, ji bo rojekê dibistana jineolojiyê vekir.

Di parlamentoyê de ya ku xwediyê projeya New World Sûmmîtê ye ya ku du sal in vekiriye, wê li ser mijarên demokrasiya bê dewlet, modela xwerêveberiyê û cihê jinan a di nav şoreşê de semîner bên dayîn.

ÎFWF, di çarçoveya projeya bi navê ‘Dibistana ji bo xebatên jineolojiyê’ şahiyek li dar xist. Di semînera hatî dayîn de rêveberên weqfa Jinan di derbarê xebatên xwe yên 8 salan de qala tecrubeyên xwe kirin. Paşê danasîna xebatên Weqfa Jinan a Hêlîn hat kirin.

Piştî wê berdevka TJK-E’ê Alîye Yurdan danasîna kampanyaya ‘Tundiya li dijî jinê polîtîk e/dibe ku ew tu bûya jî’ kir a ku ji meha Mijdarê ve hatiye destpêkirin.

Komîteya Jineolojiyê jî dersê jineolojî û pratîkkirina wê da û ser navê komîteyê Haskar Kirmizigul diyar kir ku jineolojî zanisteke bi pêwîstiya jinên Kurd derketî holê û jinên neteweyên din jî xwe di nav de dîtine û xwedî lê derketine.

Piştî pêşkêşkirinên dersan, di bin sê sernavan de xebata atolyeyê hat destpêkirin. Di vê beşê de danasîna xebatên Gundê Jinwar hatin kirin û nûnera Weqfa Jinên Azad a Rojava Meîke Nack, diyar kir ku gundê jinan, daneheviya nirxên jinê pêk hatiye û pêş ketiye.

Piştî danasîn û semîneran, hunermend Sosin derket ser dikê û bername bi dawî bû.