Welatê ku herî zêde jin xwe lê dikujin Hîndîstan e

Lêkolîner Kamala Marîûs got, 37 ji sedî yên jinên li gelemperiya cîhanê dawî li jiyana xwe tînin jinên Hîndîstanî ne.

Ji lêkolînerên Enstîtuya Fransayê ya Pondîchery Kamala Marîûs got, hewldanên ji bo nûjenkirina Hîndîstanê rê li ber zêdebûna xwekuştinê vekirine. Hate ragihandin, piraniya jinên Hîndû yên dawî li jiyana xwe anîn kêmî 35 salî ne.

Zêdeyî yek ji sê parên jinên li gelemperiya cîhanê dawî li jiyana xwe anîne li Hîndîstanê ne.

Li gorî nûçeya kovara zanistiyê The Lancet a 11'ê Îlonê hate weşandin, sedemên sereke yên xwekuştina jinan; tenduristiya gelemperiyê, polîtîka û hestewarî ye ku rê li ber encamên aborî û civakî vedikin.

Li Hîndîstanê ku nifûsa xwe 1 milyar û sê sed milyon e, rêjeya bûyerên xwekuştina mêran 25 ji sedî ye.

Nivîskara pirtûka Karthala lêkolîner Kamala Marîûs diyar kir ku modernbûna Hîndîstanê rêjeya xwekuştinê zêde kiriye.

Marîûs da xuyakirin ku bi taybetî jinên zewicî xwe dikujin û got, bi bilindbûna şertên jiyanê û dîtina 'cîhaneke mezintir pêkan e' rêjeya xwekuştinê ya jinan zêde kiriye.