Vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê bû rojeva Parlamenta Swêdê

Vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê, li ser daxawza Alîkar Duyemîn a Serokê Parlamentê û Parlamentera Partiya Çep Lotta Johnsson Fornarve, li Parlamenta Swêdê hate nîqaşkirin.

Parlamentera Partiya Çep Lotta Johnsson Fornarve bi pêşnûme pirsekê ji hikumeta Swêdê pirsî ku têkildarî vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê wê çi bike û piştgiriya xwe ya ji bo rêxistinên li Tirkiyeyê ji bo mafên wekhevî û jinan têdikoşin wê zêde bike yan na.

Wezîra Karên Dervre Ann Linde diyar kir ku vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê cihê xemgîniyê ye û destnîşan kir ku rawestandina tundiya li dijî jinan yek ji karên sereke yên hikumetê ye.

Linde anî ziman ku hikumeta wan pêşengiyê dike ku binpêkirina mirovan bixin rojeva Yekîtiya Ewropayê û platformên navneteweyî û destnîşan kir ku di navenda polîtîkaya derve ya femînîst a Swêdê de tevkariya li wekheviyê û astengkirina tundiya li dijî jinê heye.

Linde ragihand ku Swêd di çarçoveya peymanên dualî de piştgiriyê dide rêxistinên civakî yên sivîl û komeleyên li Tirkiyeyê li dijî tundiya zayendî têdikoşin. Her wiha ragihand ku Swêdê pêşengî kiriye ku Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê meha Adarê li dijî vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê biryarê werbigire.

Parlamentera Partiya Çep Lotta Johnsson Fornarve jî anî ziman ku ew ji ber bersiva erênî ya wezîr û helwesta li dijî Tirkiyeyê ya ji ber vekişîna ji peymanê hate nîşandan, kêfxweş e. Fornarve ragihand, ji ber ku ew vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê girîng dibînin, wan mijar li parlamentê nîqaş kirine.