Va ye danezana hilbijartinê ya jinên HDP’yî

Meclîsa Jinan a HDP’ê danezana hilbijartinê ya jinan eşkere kir. Meclîsa jinan vaadên xwe rêz kirin û diyar kir ku wê sîstema zextan bi jinan re were guhertin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), deklerasyona danezana jinan a hilbijartina parlamenteriyê bi civînekê eşkere kir. Civîna danasînê û deklerasyonê li Salona Konferansê ya Odeya Endezyarên Înşaetê ya Enqerê pêk hat.

Li salona konferansê pankartên “Tu dikarî”, “Jin diguherin” û “Em li virin em dikarin” hatin vekirin. Li ser dikê hemû jinên girtî yek bi yek navê wan hatin gotin. Dema navê namzetên jin ên girtî hat xwendin yên li salonê bi yek dengî gotin “Li vir in." Civînê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û jinên ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin, dest pê kir. Piştre sînevîzyon hate nîşandan

BULDAN: JIN LI DIJÎ PERGALA FAŞÎZMÊ DI TÊKOŞÎNÊ DE BI BIRYAR IN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan axaftina vekirinê kir û wiha got: “Em benda li ser vîn, nasname, beden, ked û hemû nirxên xwe her roj hîs dikin. Em her roj li dijî vê benwê têdikoşin. Ji roja AKP hatiye ser kar heta niha em di Rewşa Awarte  de dijîn. Bi polîtîkayên xwe li ser jinan kuştin, xizanî û tundiyê ferz dikin. Em dibêjin dikarin biguherînin û hêza jinan a guhertinê heye. Em dibêjin wê bi tekoşîna jinê bê guhertin. Jin wê faşîzmê bi pêşxistina demokrasiyê têk bibe." Buldan di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku jin wê li dijî hemû zext û tundiyên li dijî nirxên jin û civakê têbikoşin û wê bi ser bikevin. Buldan, da zanîn ku jin wê pêşengiya guhertinê bikin û tu carî serî netewîne û got: "Jin wê di azadiyê de israr bikin. Jin li dijî pergala faşizmê di têkoşînê de bi biryar in."

HDP PARTIYA JINÊ YE WÊ BI JINÊ BÊ GUHERTIN

Berdevka Meclîsa Jinê û parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemîr jî danezana jinan xwend û diyar kir ku HDP Partiya jinê ye û wê bi jinê biguhere.

Dîlan Taşdemîr, danezana jinan a hilbijartinê parve kir û diyar kir ku HDP partiya jinê ye û wê bi jine biguhere. Taşdemîr danezana jinan a bi ser navê “Wê bi jinê biguhere" xwend û wiha got: “Êdî em dizanin roj bi jinê dest pê dike. Wê bi jinên bi wêrekî piştevaniyê dikin wê bê guhertin.

Em ê li her qawê vîna xwe nîşan bidin piştevaniya xwe xurt bikin. Em wê ji bo jiyanê bêtir bi wêrekî û piştevanriyê tev bigerin. Me heta niha li ber xwe da, me parve kir û fêr bûn. Me tu carî dest ji xeyalên xwe yên welatê azad, wekhev, demokratîk û pirrengî berneda û em wê bernedin.

Em jin bêtir ji hev bawer dikin û em wê bêtir bibin yek. Em di ferka hêza xwe ya kolektif de ne. Em bi hêvî û vînek mezin li dijî pergala ‘Yek Zilam" û "Her zilamî" derdikevin. Em li dijî feraseta mêrê serdest ya AKP’ê têdikoşin. Em ji bo weletîbûna wekhev û azad têdikoşin. Em welatê ku hemû reng, bawerî, nijad û kokên cuda bi hevre dijîn armanc dikin. Lê li dijî vê yekê yek zilam, yek al, yek çand, yek nijad û yek neteweyê ferz dikin. Şer ferz dikin. Li Pirsûs, Enqere, Dîlok, Stenbo û gelek bajarên Kurdistanê bombe barandin û bi sedan mirov qetil kirin. Li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Geverê şer îlan kirin û komkujî pêk anîn. Dayika Taybet qetil kirin. Bedena wê li kolanê hiştin. Ev hemû hovîtiya serdema AKP'ê nîşan dide."

EM WÊ TIRKIYEYA AZAD Û DEMOKRATÎK AVA BIKIN

Dîlan Taşdemîr, da zanîn ku li şûna pergala zordest û otorîter wê pergala azad û demokratîk ku vîna gelan esas digirin ava bikin. Wê pergala Serokomariyê ku vîna gelan esas digire ava bikin. Wê pergala ku hemû rengan diparêzin u Tirkiye/Cîhana azad û demokratîk ava bikin.

‘EM PÊŞEROJA XWE RADESTÎ ÎKTÎDARA QESRÊ NAKIN'

Taşdemîr, xalên danezanê parve kir û wiha got:

EM Ê WEZARETA JINÊ AVA BIKIN

* Ji bo em nirxên xwe biparêzin em wê têkoşîna xwe mezin bikin. Em destûr nadin tu mêr û îktîdar li ser beden, ked, nasname û nirxên me serdestî û zordestiyê bikin. Em wê bi hevre hêz û rêxistinbûna xwe xurt bikin û mezin bikin.

* Em ê wezareta jinê ava bikin. Em wê bi xwe der barê tarza jiyana û pêşeroja xwe de biryarê bidin. Em wê mafê bawerî, nasname û rengên cuda biparêzin.

* Em wê 8'ê Adarê bikin Roja Fermî ya Destûrê. Jin wê ji xizmeta wekhev û bê pere ya tenduristiyê sûwê bigirin. Jin wê li siyasetê xwedî derkevin û bêtir di siyasetê de cih bigirin. Em de her dem li kolanan li ber xwe bidin. Di Rewşa Awarte de jî kolanan terk nekin.

EM Ê WEKHEVIYA ZAYENDIYÊ AVA BIKIN

* Em ê di civakê de wekheviya jin û mêr ava bikin. Em wê zayendiya wekhev û azad ava bikin. Jin wê di her qawê de xwedî azadiya maf bin.

* Em ê peymana CEDAW û Stenbolê çalak bikin. Hemû zagon wê li gorî wekheviya zayendî bên amadekirin. Di qada perwerde û tenduristiyê de wê cudahî bê rakirin. Jin wê di qada vînê de wekheviyê esas bigirin.

PERGALA KU XWE JI TUNDIYÊ LI DIJÎ JINÊ XWEDÎ DIKE WÊ BI JINÊ BÊ GUHERTIN

 * Jin wê li dijî tundiya jinan û cînayeta jinan tekoşînê xurt bikin û bibin yek. Li dijî hemû cureyên tundiya li ser vîn û bedena jinê wê têbikoşin. Em wê têkoşina hevpar a jinan xurt bikin. Em wê zagonên cudakariyê dixin nava zayenwê biguherînin. Hemû karmend û personelên cemaweriyê li dijî tundiya li ser jinê wê bên perwerdekirin. Mexdûrên tundiyê wê ji xizmeta tenduristiyê sûwê bigirin. Li bajarên 50 hezar wê stargeh û saziyên jinan bên avakirin. Hemû lêçûnên Stargehan wê ji aliyê Wezaretan Jinê ve pê temînkirin. Mê mafê paratina rewa ya li dijî tundiya mêr bibe mafekî zagonî. Hemû dadger û dozger wê mecbûrî di perwerdehiya wekheviya zayendî re derbas bibin. Zagonên darizandinê yên li ser tundiyê wê ji nûve bên sazkirin. Li dijî zewaca zû wê perwerde bê dayîn.

BUTÇEYA REWŞA AWARTE Û ŞER WÊ BI JINÊ BÊ GUHERTIN

* Hemû wezaret di diyarkirina polîtîkayên xwe de wê wekheviya zayendiyê esas bigirin û wê polîtîkayên wekheviyê pêş bixin. Wezareta Jinê wê Wekheviya Zayendiya Civakî û Plana Çalakiya Neteweyi amade bike û têxe meriyetê. Wê butçeya navendî, butçeya perwerdehiyê, tenduristî, civakî, ewlehî, ragihandin û aborî û hemû qaden dinde wê wekheviya zayendiyê li ber çavan bê girtin û li gori zayenda civakî bê amadekirin.

EM Ê MAFÊ PERWERDEHIYÊ BIPARÊZIN

*Em ê mafê jinê yê pêşeroja bi ewle, karê bi ewle biparezin û têxin bin parastina zagonan. Em ê dawî li karê li gorî zayendî bînin. Jinên karê malan dikin wê wekî karê esasî ya zagona 4857'an bê qebûlkirin. Em ê malên nexweş, kal û pîran ava bikin. Mafê kewê û kar ê wekhev wê bê parastin. Ji bo jinên karkerên demsalî û zeviyan wê tedbîr bên girtin û mafê wan ê azadiya rêxistinbûnê bê parastin. Hemû BHQ yên serdema Rewşa Awarte wê bên betalkirin.

* Em ê polîtîkayên ku jinê dike kes û vîna wê esas digire ya azadiylê pêş bixin. Wê di qemû qawên cewariyê de ev wekhevî esas bê girtin. Di qada perwerdehî, îstîhdam û hemû qawên jiyanê de wê wekhevî esas bên girtin.

* Mafê jinê yê wekheviya civakî, zayendî, wê bê parastin. Mafê welatîbûna wekhev wê bê parastin. Pirsgirêk wê li herêmî bên çareserkirin û wê li hemû şaredariyan yekîneyên jinan bên avakirin. Wê bernameyên piştgiriya civakî bên pêşxistin.

MAFÊ WEKHEV Û BÊCUDAHÎ YÊ TENDURISTIYÊ

* Di qada tenduristiyê de ji bo jinan xizmeta wekhev, bê cudahî, bê perwerde û bi zimanê zikmakî wê bê dayîn. Astengiyên li pêş ducaniyê û kurtajê wê bê rakirin û ev maf wê bê parastin. Kar wê li gorî tenduristiya jinê bê diyarkirin. Wê li her taşê navenden xizmeta tenduristiya jin û zarokan wê bê avakirin.

LI DIJÎ FIROTINA XANIYAN MAFÊ WARGEH Û MALAN

 * Ji bo her kesî wê mafê stargeh, wargeh û malan bê parastin. Mafê jiyana welatiya wekhev wê bê aratin. Jiyana bajaran wê bê erzankirin. Mafê tenduristî, perwerdehî, av, ceyran, dibistan, pirtûkxane û hemû xizmetên civakî û wersîcî bên parastin û pêşxistin. Lê li hemû taxan krêj, cilşoxane, metbexên hevpar bên avakirin. Wê li hemû taxan krêj bên avakirin û her kes wê karibin sûwê jêbigirin.

PERWERDEHIYA WEKHEV A JINAN AZAD DIKE PEKAN E

* Dersa wekheviya zayendiya civakî wê di hemû qawên perwerdeiye de bibe mufredata hevpar û mecbûri. Di hemû dersan de wê perwerdehî li dijî yekperestî, mêr, navendi û serdestiyê bê amadekirin. Mafê astengdaran ê perwerdehiyê wê bê parastin.

* Mafê jinên astengdar ê perwerdehî, tenduristî û mafê wan ê civakî wê bê parastin. Lê di gorî mafê azadiya mafan bên diyarkirin.

* Wê wezareta Astengdaran bê avakirin. Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan wê tenê bi pirsgirêkê jinên astengdar re eleqeder bibe.

JIYANA EKOLOJÎK A NAVENDA WÊ JIN WÊ BÊ AVAKIRIN

* Li dijî jiyana pergala mêrê serdest û kapitalizmê, jiyana ekolojik, wekheviya zayendî, jiyana hevpar û demokratîk wê bê avakirin. Di rêveberiyên heremî de li dijî rêveberiya mêr û bajarên modern wê bajarê ekolojik û jiyana wekhev bên avakirin.

* Di çareseriya pirsgirêka kurd de wê dawî li tundî u şer binin. Di serdema AKP'ê de dîrok dubare bûye. Li dijî polîtikayên înkar, tundî, bişaftin û îmhayê em wê bi riya diyalogê komarademokratîk û jiyanek wekhev û aştî ava bikin.

* Jin li girtîgehan rastî binpêkirina mafan tên. Rastî lêgerîna tazî û êşkenceyê tên. Hemû mafê wan ji destê wan tê girtin. Bi sedan zarok li gel dayikên xwe girtîne. Jin wê dawî li van polîtîkayên tundî, cudakarî, zayendîparêzî, kedxwarî û binpêkrina mafan bînin.

HDP PARTIYA JINÊ YE

* Em ê zagona partiyên siyasî biguherînin. Em wê pergala hevserokatiyê esas bigirin û têxin meriyetê.

* Em ê pergala hevserokatiyê di hemû rêveberiyan de pêş bixin û esas bigirin.

* Em ê kodaya wekheviya jin û mêr ava bikin. Kotoya ji sedî 50 ya wekheviya zayendiyê esas wê bê girtin.

* Em ê pergala wekheviya jin û mêr ku em ji bo wê li kolan, kaq, mal û hemû qawên jiyanê wêtikoşin û dixin meriyetê, em ê di qada Serokmariyê de jî texin meriyete.

*Em ê pergala Hevserokkomariyê ava bikin. Em ê pergala ji sedî 10 ya ku herî zêde tesirê li ser jinê dike rakin.

*Em ê komîsyona firsenda wekheviya jin û mêr ava bikin. Di hemû qadan de butçeya wekhev wê bê avakirin.

* HDP ku partiya jinê ye, wê bi jinê meclîsê biguherîne û meclîsê bike meclîsa jinê. Saziyên jinan ên hatine girtin wê ji nûve bên vekirin.

* Pergala rêveberiya herêmî ku hat binpêkirin wê ji nûve bê avakiri. Hêza me heye. Em dikarin bikin Wê bi jinê bê guhertin."