Uyanik: AKP ji beden û keda jinê îstîfade dike

Uyanik: AKP ji beden û keda jinê îstîfade dike

Meclîsa Jin a Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê diyar kir ku, Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî li ser pakêteke ku mafên kreş, dayîk û bavan diyar dike dixebite. Meclîsa Jinan destnîşan kir ku, kreş û xizmeta ji bo zarokan ne alîkariyek û lutfeke mafekî bingehîn ê cîvakî ye.

Meclîsa Jin a Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê, bi daxwaza "Ez li cihê xwe yê kar kreşê dixwazim" li avahiya Şaxa Egîtîm Sen a Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de li ser navê Meclîsa Jinan a KESK'ê Seroka Şaxa SES a Hulya Alokmen Uyanik axivî. Uyanik da xuakirin ku Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî bi wezaretên cuda re derbarê pakêteke kreş û mafê dayîk û bavan de dixebitin û got, bi vê pakêtê re "Ji bo dayika kar dike alîkariya kreşê", "Wê dewlet 300 TL alîkariya kreşê bide jinên kar dikin", "Li gor hejmara zarokan teqawîtbûn" û hwd. bi serenavan di çapemeniyê de cih girt.

Uyanik diyar kir ku, wek KESK bi salan ji bo mafên kreş, dayîk û bavan têkoşîn meşandine û wiha got: "Desthilatdarî di vê mijarê de du xal kirine armanc. Yekemîn bi gotina Erdogan a "Ji her malbatê re herî kêm 3 zarok' dixwazin zarok anîna jinê kontrol bikin a din jî bi xebateke nerme îstîhdama jinê zêde bikin. Bi kurtasî AKP dixwaze derfetên ku hem ji bedena jinê û hem jî ji keda wê hîn zêdetir îstîfade bike ava bike. Dixwaze bi kevirekî du çivîkan bigire."

Uyanik anî ziman ku, kreş û xizmeta ji bo zarokan ne alîkariyek û lutfeke mafekî bingehîn ê cîvakî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Eger hikûmet dixwaze têkildarî kreşan nîzamekê çêbike divê destpêkê kreşên heyî negire. Di sala 2004'an de 430 kreş hebûn, lê niha 130 kreş mane."