Tundiya li jinê li Nurnbergê hate şermezarkirin

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, tundî û destavêtina li jinê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin.

Kurdistanî tevî dostên xwe yên Elman bi banga Mala Gel a Medyayê li Hallplatz a Nurnbergê li hev kom bûn û êrişên tundiya li jinê yên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dike, şermezar kirin. Di çalakiyê de konek hate vedan û wêneyên jinên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin û yên tundî li wan hate kirin, hate daliqandin. Her wiha pankartên bi nviîsa "Polîs û leşkerên Tirk tecawizkar in", "Tundiya li jinê polîtîk e" hatin hildan.

Di daxuyaniyê de jî hate ragihandin ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê xwedî mejî û îdeolojiya dijminê jinan e û hate gotin, "Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ji bo destketiyên jinan ên bi têkoşînê bi dest xistine ji holê rake, bi rêk û pêk û berfirehî êrişan dike."

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku li dijî her şêwe êrişan rêxistinbûna jinan bê xurtkirin û bi vî rengî pêşî li êrişan bê girtin.