Tundiya li dijî jinê li Kopenhagenê hate şermezarkirin

Tundiya mêr a li jinê ku di dema vîrûsa koronayê de zêde bû li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi çalakiya rûniştinê hate şermezarkirin.

Jinên Kurdistanî ji bo tundiya li jinê şermezar bikin li Nytorvê çalakiyek kirin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Na ji tundiya li jinê re" "Tundiya li jinê polîtîk e, dibe ku bê serê te jî" hate hildan û bi navê Meclîsa Jinê ya Sêvê axaftin hate ikrin, bang li civaka Danîmarkayê hate kirin ku li pêşberî tundiya li jinê bêdeng nemîne.

Di çalakiyê de alên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û pankartên ku tundiya li jinê şermezar dikin hatin hildan û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate qîrîn.