Tuncelê sedema negirtina qatîlê Sincanê pirsî

Tuncelê sedema negirtina qatîlê Sincanê pirsî

Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, ji Fatma Şahîn pirsa sedema negirtina qatîlê endama Meclisa DOKH’ê Nazliye Sincara ku ji aliyê hevjînê wê yê berê Zeydan Harman ve hate qetil kirin pirsî.

Sebahat Tuncelê qetil kirina endama Meclisa DOKH’ê Nazliye Sincara ku 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê ji aliyê hevjînê wê yê berê Zeydan Harman ve hate qetilkirin xiste rojeva Wezareta Malbat û Civakê Fatma Şahînê.

Tuncel bi bîrxist ku, Sincara ku ji aliyê hevjînê wê yê berê ve çendîn caran gef lê hatiye kirin û çend caran giliyê wî li gel polîsan û dozger kiriye û got: “ Piştî dayîka zarokan hatiye qetilkirin, ji ber ku ewlekariya cane zarokan nebûye giliyê bavê xwe kirine.”

‘LÊPIRSÎNA QETILKIRINÊ PIŞTÎ 3 ROJAN DESTPÊ KIRIYE’

Tuncel da diyar kirin ku, ji ber lêpirsînê di roja xwe de destpê nekir û piştî 3ê rojan nû destpêkir, gûmanên zarokan jî zêdebûn.

Tuncel di pêşniyarpirsê de wiha tîne ziman; “Li rexmê ku şahidên bûyerê hene jî û tomarên kamarê hene lê ew zilam çima nayê girtin û hêjan serbest e. Divê derbarê de hem Meclisa BDPê ya jinan, hem jî rêxistinên jinan fikarên xwe anîn ziman û ji dewletê xwestin demek ji ya din zutir vî kesî bigrin.”

Tuncelê da diyar kirin ku, di meha Tebaxê de 26 jin hatine qetil kirin û wiha got: “ dewlet piraniya caran qatîlan di parêze.” Tuncelê bi bîrxist ku jina ku dibin çavdêriyê de Beyaz Dal di Tebaxa sala 2013’an de 150 metre nêzî navenda polîsên Beyogluyê bi kêran hat qetilkirin.

Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel ji Fatma Şahîn xwest van pirsan bersiv bide:

Li rexmê ku zarok di bin gefên bavê xwe de ne jî, çima parastinek ji bo wan ne hatine diyar kirin, li rexmê ku delîl ji hene ku bi awayekî vekirî gefan lê dixwe, bav ne hatiye girtin?

We ji bo girtina kujer çi hewildan kirine? Sedema ne girtina wî çiye?

Ji ber çi li rexmê ku çend caran serlêdana qerekolê jî kiriye, lê dîsan jî ne hatiye parastin û çavê xwe ji kuştina wê re girtî ne?

Sedem çiye ku piştî sê rojan ji nû ve di derbarê gunehbar de lepirsîn hatiye destpê kirin? Divê mijarê di derbarê xemsariyê de wek wezaretê lêkolînên we hene û destwerdana we heye?